Birayê Tûgût: Rojnamevanên bûne dengê me destgîrkirî ne
Birayê Servet Tûrgût ê ji helîkopterê avêtin û qetil kirin, Naîf Tûrgût nerazîbûn nîşanî destgîkirina rojnamevanên ku bûyer ragihandin, da û got: “Ew bûn dengê me.”
Birayê Servet Tûrgût ê ji helîkopterê avêtin û qetil kirin, Naîf Tûrgût nerazîbûn nîşanî destgîkirina rojnamevanên ku bûyer ragihandin, da û got: “Ew bûn dengê me.”
Di avêtina ser malan a danê sibehê ya li ser buroya MA ya li Wanê de nûçegihan Adnan Bîlen, Çemîle Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sale û belavkarê berê yê rojnameyê Şukran Erdem destgîrkirin.
Rojnamevanên ku bi rapora nexweşxaneyê belge kir ku Servet Tûrgût û Osman Şiban ên li Şax a Wanê di operasyoneke leşkerî de hatin destgîrkirin û ji helîkopterê avêtin xwar piştrast kirin, li Midûryeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.
‘LI DIJÎ ZILMÊ BÛN DENGÊ ME’
Birayê Servet Tûrgût ê ji helîkopterê avêtin û qetil kir, Naîf Tûrgût nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanên ku bûyer ragihandin da û got: “Ji roja bihîstina bûyerê û vir ve di serî de Ûgûr û rojnamevanên din li gel me bû.
Cemîl pirsî bê ka bûyer çilo çêbûye. Hewl da ku neheqî û zilma ku hatî kirin derxîne holê. Dema ku em li nexweşxanê bûn tim Cemil û hevalên wî yên nûçegihan li cem me bûn. Divê wiha li nûçegihanan nekin, çikû tim nûçegihan lazim in. Divê nûçegihan werin berdan. Kes nikare asteng bike ku nûçegihaniyê bikin. Cemil ji bo mirovahiyê, ji bo ku gel agahdar bike dihate cem me. Me ti zirar ji Cemîl nedît.
Ji bo ku bûyer dişopand em deydandarê wî ne. Cemîl pirsî bê ka çima birayê min êşkence dît. Em bang li hemû rayedaran dikin; çima hate destgîrkirin, sûcê wî çi bû? Cemîl û hevalên wî bêsûc in. Tenê hewl dan neheqiya li ser me derxînin holê. Ya ku li wan hatî kirin neheqî ye. Nehiştin ku kes were ser taziya birayê min, nehiştin ku nûçegihan dîmenan bigirin. Ti sûcê van mirovan tine, hewl dan ku bibin dengê me.''