Binçavkiriyên bûyera Geziyê vediguhêzin edliyeyê

Binçavkiriyên bûyera Geziyê vediguhêzin edliyeyê

Kesên ku di encama operasyonên roja Sêşemê di ser nêzî 100 navnîşanan de bi hinceta ku tevlî Berxwedana Parka Gezî bûne hatin binçavkirin, vediguhêzin edliyeyê. Vê sibehê 29 kes veguhestin edliyeyê.

Li Stenbolê di 16’ê Tîrmehê de bihinceta ku tevlî çalakiyên Parka Gezî bûne, polîsan di ser nêzî 100 navnîşanan de girtîbû û biryara girtina 60 kesan hebû, ji zêdetirî 50 kesên hatine binçavkirin 29 kesên karûbarên wan ên fermî li emniyetê xilas bûn veguhestin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li Edliyeyê destpêkê di kontrola tenduristiyê re derbazkirin û hate hînbûn ku dê îfadegirtina 29 kesan 3 dozger birêve bibin.