Binçavkirina Yuksek li çar bajaran hat protestokirin

Binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek li bajarên cuda hate protestokirin.

Binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek li Agirî, Colemêrg, Stenbol û Enqereyê hate protestokirin û di daxuyaniyan de hate gotin ku bi operasyonên qirkirina siyasî ve li hemberî siyaseta demokratîk bend tên danîn.

AGIRÎ

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Agiriyê li ber Qulesa Saetê daxuyanî dan. Hevserokên DBP û HDP'ê, Hevşaredarên Agiriyê Mukaddes Kubîlay û Sirri Sakik û welatî beşdar bûn. Rêveberê DBP'ê Kutbettîn Aslan di daxuyaniyê de axivî û bal kişand li ser operasyonên qirkirina siyasî û got ku îradeya gel tune tê hesibandin.

LI DIJÎ ŞIDETÊ BEND

Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî bal kişand li ser siyaseta demokratîk û wiha axivî: "Binçavkirina Kamuran Yuksek ji şîdetê re rê vedike. Dİvê pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Lê li hemberî siyaseta demokratîk bend tê danîn. Ji bo ku astengiyên li hemberî siyaseta demokratîk bê rakirin divê Yuksek bê berdan."

COLEMÊRG

Rêxistinên HDP û DBP'ê li ber avahiya DBP'ê daxuyanî dan. hevserokê DBP'ê Hûseyîn Armut diyat kir ku tê xwestin siyaseta demokratîk bê tasfiyekirin û wiha berdewam kir: "Hevserokê me Kamuran Yuksek di 10'ê Gulanê de hate binçavkirin û hê jî di bin çavan de ye. Em dixwazin ev nehiqûqî bi dawî bibe û hevserokê me yê giştî bê berdan."

STENBOL

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li ber avahiya DBP'ê ya Stenbolê daxuyanî hate dayîn. Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel, Hevserokên DBP'ê yên Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî û Huyla Aydogdu û gelek rêveber jî beşdar bûn.

Dogan Erbaş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku binçavkirina Yuksek parçeyekî operasyonên qirkirina siyasî yên di demên dawî de zêde bûye ye û wiha got: "Binçavkirina Yuksek li dijî hemû lêgerînên mafan e û wekî geşadenekî ku li Tirkiyeyê pêşiya siyaseta demokratîk digire derdikeve pêşberî me."

Alî Riza Bîlgîlî jî operasyonên qirkirina siyasî yên demên berê bi bîr xist û got ku ev polîtîka bêencam mane, hatin pûçkirin. Bîlgîlî xwest ku Yuksek di demeke kin de bê berdan banga bihistiyariyê li raya giştî kir.

ENQERE

Rêxistina DBP'ê ya Enqereyê daxuyanî da û EMEP, HDP, HDK, ESP, KJA, DAD'ê jî piştgirî dan. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Mahmut Tugrul, Saadet Becerîklî û Besîme Konca jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dirma "Pêkûtî me bêzar nakin" hate berzkirin.

Hevserokê DBP'ê yê Enqereyê Mesut Ozer axivî û wiha got: "Bi operasyonên qirkirina siyasî ve tê xwestin hemû saziyên me yên li dijî feraseta yekperest derdekivin derveyî siyasetê bihêlin û xwe bêalternatîf bikin e." Ozer got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Parlamenter Baydemîr jî anî ziman ku ji bo operasyonên qirkirina siyasî bi dawî bibin divê wijdana civakê bikeve nava tevgerê. Baydemîr bilêv kir ku faşîzmê ji hemû kesan re xirabiyê bîne, ew ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.