Êrîşên li ser Efrînê û binçavkirina Muslim hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û binçavkirina Salih Muslim şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û binçavkirina Salih Muslim şermezar kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo destekkirina berxwedana Efrînê meşiyan. Meşê saet 15'an ji Brandenbûrger Tor dest pê kir û heta Mîtte dewam kir. Nûnerên NAV-DEM Berlîn, Meclîsa Jinê ya DESTDAN, PYD Berlîn, Ciwanên Azad, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger, Partîzan, Kurdische Gemeinde Berlin tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de lenet li komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê dike hate anîn.

Wekî din, binçavkirina siyasetmedarê Kurd Salih Muslim li paytexta Çekya Pragê hate şermezarkirin.

Di dawiya meşê de bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku tevlî meşa navendî ya 3'ê Adarê ya li Berlînê bibin.

FALÛN

Li bajarê Falûn ê Swêdê, komeleyên Êzidiyan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin.

Xwepêşandêrên li ber avahiya çandê li hev civiyan ku piraniya wan Êzidî bûn, komkujiyên bi destê dewleta Tirk tên kirin şermezar kirin û bi qîrîna dirûşmên ji bo berxwedana Efrînê heta meydana Storatorgetê meşiyan.

Ji çalakgeran Xalid Zandî ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re axivî û anî ziman ku ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bên sekinandin ew çalakiyê dikin. Zandî got, "Em dewleta Tirk şermezar dikin ku bombeyan li ser mirovên bêguneh dibarîne, gundan talan dikin û traktoran didize."

Zandî diyar ki rku ew ji Swêdê dixwazin ku dewleta Tirk şermezar bike û ji Tirkiyeyê bixwaze ku leşkerên xwe ji nava axa Sûriyeyê vekişîne.

Rkhsar Awda jî got, "Divê Tirkiye bes bombeyan li jin, zarokan û gel bibarîne."

VENLO

Kurdistaniyên li bajarê Venlo yê Eyaleta Lîmbûrg a Hollandayê dijîn, tevî dostên xwe ji bo Efrînê mîtînga piştevaniyê lidarxistin. Kurdistaniyan bang li welatên Ewropayê bi taybetî Hollandayê kirin ku ji bo qedandina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bikevin nava liv û tevgerê. Bi navê Komeleya Elewiyan a Venloyê daxuyaniyek li mîtîngê hate dayin û hate destnîşankirin ku divê hemû Elewî li ber vî şerê qirêj rabin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hovîtiya duh li Kerbelayê rû da îro li Efrînê diqewime. Di dawiya mîtîngê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM'ê Salih Muslim li Pragê şermezar kirin. Meşê ji Place Jean Mace dest pê kir û heta Place Bellcoûr dewam kir. Di çalakiyê de ku bi sedan belavok hatin belavkirin dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" hatin qîrîn. Di mîtîngê de jî piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin.

ATÎNA

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û kuştina sivîlan, li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi pêşangehekê hatin şermezarkirin. Pêşangeh li meydana Syntagna ya Atînayê hate vekirin û gelekî bala Yewnan kişand. Bi navê komîteya çalakiyê Besê Sîpan daxuyanî da, komkujiyên li ser Kurdan şermezar kir û got, "Em bang li tevahiya cîhanê dikin ku li ber zîhniyeta faşîzan a ku bombeyan li van bedenan dibarîne rabe. Çawa ku li Kobanê berxwedan bi ser ket, encama li Efrînê jî wê bi heman rengî be." Di çalakiyê de xemsariya Ewropayê ya li pêşberî kuştina sivîlan li Efrînê hate şermezarkirin.

DÎE LÎNKE: ÎNTERPOL JI BO ARMANCÊN NEBAŞ TÊ BIKARANÎN, DIVÊ MUSLIM TAVILÊ BÊ BERDAN'

Partiya Çep a Elmanyayê li ser binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM'ê Salih Muslim daxuyaniyek da û xwest, tavilê bê berdan.

Bi navê Partiya Çep, Alîkara Serokê Komê Heîke Haensel daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku berê jî bi daxwaza dewleta Tirk li gelek welatên Ewropayê mûxalîfên rejîma Erdogan bi destê Înterpolê hatin binçavkirin.

Haensel diyar kir, mîna berê niha jî rêveberiya Enqereyê Înterpolê ji bo armanceke nebaş bi kar tîne û got, "Ji bo pêşî li hewldanên wiha yên Tirkiyeyê bê girtin, divê Înterpol û welatên Ewropa êdî tedbîran bigirin."

Haensel bi bîr xist ku alîkarê berê yê serokê rêxistina emniyetê ya Elmanyayê Jurgen Stock niha Sekreterê Giştî yê Înterpolê ye û got, Elmanya neserker jî be di nava vê rewşa sosret re heye.

Siyasetmedara Partiya Çep Haensel ji Elmanyayê xwest ku li dijî van hewldanên rejîma Erdogan bikeve dewrê û nerazîbûn nîşanî binçavkiirna Muslim da.

Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng jî li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek weşand, binçavkirina Muslim şermezar kir û xwest, tavilê bê berdan.

Ji alîkarên Hevserokên Partiya Çep Tobîas Pfluger jî got, "Xuya ye endama Yekîtiya Ewropayê Çekya, karên gemarî yên Tirkiyeyê dike."