Binçavkirin û komkujî hatin protestokirin

Bi armanca protestokirina operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyan ji aliyê Meclîsa Gelê Demokratîk a Îpekyolû li pêşiya Mala Gel a Îpekyolû daxuyaniyek çapemeniyê hat dayin.

Ji aliyê Meclîsa Gelê Demokratîk a Îpekyolû daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî hat dayin. Hevserokê Meclîsa Gelê Demokratîk Bakî Erdal wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê bi sedan zarok, ciwan, pîr, mirovên me yên sivîl qetil kir. Bi taybet jî ev polîtîkaya şer a li Kurdistanê tê meşandin li her derê jiyan aniyê nêzî sekinandinê.”

Bi armanca protestokirina operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyan ji aliyê Meclîsa Gelê Demokratîk a Îpekyolû li pêşiya Mala Gel a Îpekyolû daxuyaniyek çapemeniyê hat dayin.

Hevserokên Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê Munîr Aras, Caziye Dûman, Hevserokê Meclîsa Gelê Demokratîk a Îpekyolû Bakî Erdal, Wekîlî Hevşaredara Îpekyolû Nermîn Ûnat, Hevbirên KJA, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gel tevlî daxuyaniyê bû.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Meclîsa Gelê Demokratîk a Îpekyolû Bakî Erdal axivî, wiha got: “Ev 7 mehên dawî li Kurdistan û Tirkiyeyê atmosferek şîdet û zexta zêde dibe heye. Hêzên tarî û hikûmeta AKP’ê yên dixwazin ji vê atmosfera nêyînî sûdê wergirin, zarok, ciwan, pîr, mirovên me yên sivîl û bêparastin qetil kir. Bi taybet jî ev polîtîkaya şer a li Kurdistanê tê meşandin li her derê jiyan aniyê nêzî sekinandinê. Van hêzên tarî yên dixwazin şerê hundirîn ên li Rojhilata Navîn bixin nav Tirkiye û Kurdistanê piştgiriya xwe ji hikûmeta AKP’ê digirin. Hikûmeta AKP’ê di vê pêvajoyê de gelê me yê aştiyê diparêze, siyasetmedarên me yên alîgirê aştiyê dike hedef, di mala wê de Dîlan Kortak înfaz kirine. Herî dawî, yê wek qasidê aştiyê dihat zanîn, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî bi cînayeteke ‘Kiryar Nediyar’ qetil kirin, li gelek deveran jî înfaz hê didomin.”

Erdal axaftina xwe wiha domand: “Li hember polîtîkayên şer ên îmhayê yên AKP’e tê de israr dike, li Kurdistanê gelê Kurd xwerêveberî îlan kir, bi xwerêveberiyan ve her tim daxwaza xwe ya aştiyê li hember van polîtîkayan anî ziman. Em jî wek Meclîsa Gelên Demokratîk van polîtîkayên komkujî û binçavkirinê şermezar dikin û li hember van komkujiyana xwerêveberiyên li gelek qadan hatiye îlankirin silav dikin.”

Di çalakiyê de dirûşma, “Bê Serok Jiyan Nabe” ji zimanan neket.

...