Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bîlmez: Heke hiqûq hebe divê Konseya Ewropayê tişta hewce bike

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez got “Abdullah Ocalan vê carê hewce pê nedîtiye ku îtîrazê biryarê bike” û bang li saziyên navneteweyî kir.

Dema ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ li ser Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê da, derket holê ku 6 mehan hevdîtina bi parêzeran û 3 mehan jî hevdîtina bi malbatê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê hatiye qedexekirin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku ji bo dîtina muwekîlên xwe, wan serî li gelek deran daye û ji ANF’ê re qala vê bêhiqûqtiyê kir.

Bîlmez diyar kir di 22’ê Mijdarê de bi daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dane û got “Di vê serlêdanê de me diyar kiribû ku em 8 meh in nikarin rêzdar Ocalan û her sê muwekîlên xwe yên din bibînin û me xwest derbarê tendirustî û rewşa wan a hiqûqî agahiyan bistînin. Di heman rojê  bersiv dan serlêdana me. Di bersivê de hate diyarkirin ceza hatiye birîn û hevdîtina bi parêzeran 6 mehan hatiye qedexekirin.”

‘MUWEKÎLÊN ME VÊ CARÊ HEWCETÎ PÊ NEDÎTINE KU ÎTÎRAZ BIKIN’

Bîlmez diyar kir ev biryareke kêfî ye û vê biryara ku di 12’ê Cotmehê de hatiye dayîn, parêzer hê nû hîn bûne. Bîlmez ragihand ku di heman demê de Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê li ser navê cezayê dîsîplînê  3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatan daye muwekîlên wan. Bîlmez bal kişand ser vî tiştî ku tecrîda li Îmraliyê êdî bi mantiq û hiqûqê nayê îzahkirin û ji ber ku muwekîlên wan dizanin biryar ji kêfî ne û siyasî ne, hewcetî pê nedîtine ku îtîraz bikin. Bîlmez got “Berê sedemên qedexekirinên hevdîtinan bi saya îtîraza muwekîlên me, em hîn dibûn. Lê vê carê ne rêzdar Ocalan û ne jî muwekîlên me îtîraz nekirin. Wisa xuya dike ji bo protestokirinê qet hewcetî pê nedîtine ku îtîraz bikin. Lê em parêzer, em ê pêvajoya hiqûqî bidomînin.”

Bîlmez qala rapora CPT’ê ya di sala 2019’an de a li ser Îmraliyê kir û diyar kir ku CPT’ê ragihandibû bi hincetên pûç ceza li girtiyên li Îmraliyê tê birîn û tişta ku pêk tê êdî mirov nikare jê bawer bike. Bîlmez got “Kî li pişt van biryaran hebe, ew xwe dixapînin. Dema ku Tirkiye vê tecrîdê didomîne, di vî tiştî de kêmasiya CPT’ê jî heye. Nexwe CPT li pişt biryarên xwe nasekine an jî kontrolê nake. Ji ber ku şert roj bi roj xerab dibe. Tirkiye ne bi ya CPT’ê dike û ne jî bi ya Ewropayê dike. Derbarê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran jî em ê dîsa serî li CPT’ê bidin.”

Bîlmez ragihand ku ew bi fikar in û hefteya borî wan li serî li Wezareta Edaletê, Midûriyeta Giştî ya Ceza û Mala Tevkîfê ya Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê, Baro, Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê û serî li gelek saziyên sivîl ên civakî dane.

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TÊ WATEYA ÇARESERNEKIRINA DOZA KURDAN’

Bîlmez diyar kir ku atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê û tecrîda li Îmraliyê ne dûrî hev in û got “Bi bêhiqûqtiya li ser Îmraliyê re, welat ji rêgeza dewleta hiqûqê dûr ket. Ev jî tê wateya çaresernekirina doza Kurdan. Çaresernekirina doza Kurdan jî tê wateya Tirkiye çawa ji demokrasiyê dûr dikeve. Îro tişta li Îmraliyê tê kirin û bêhiqûqtiya li Tirkiyeyê êdî ji aliyê mirovan ve normal tê dîtin. Ev gelekî şaş e. Divê her kes li hemberî van tiştan berteka xwe ya demokratîk nîşan bide.”

‘DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ CÎDDÎYETA XWE NÎŞAN BIDE’

Bîlmez diyar kir di Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de wê li ser biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê Ocalan dabû jî were sekinandin û got “Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cîddîyeta xwe nîşan bide. Heke rêgezên hiqûqê yên Konseya Ewropayê ne bi tenê li ser kaxizan be, heke tiştên li ser mafê mirovan û azadiyê yên Peymana Mafên Mirovan de bi tenê ne li ser kaxizan be divê tişta hewce bikin. Di rojeva wan de wê cezayê muebetê ya girankirî hebe. Em ji Komîteya Wezîran dixwazin ku vê îradeyê nîşan bidin. Fikarên me roj bi roj zêde dibe. Em ê hewldanên xwe bidomînin. Êdî divê dawî li vê bêhiqûqtiyê were.”