Bîlîcî: Ji zilmê re bêdeng nemînin

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Bîlîcî, xwest AKP tavilê dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne û derbasî muzakereyan bibe. Bîlîcî anî ziman ku xwerêveberî rewa ye û ragihand ku wek Saziyên Civaka Sivîl ên li Amedê wê di asta navneteweyî de hevdîtinan bikin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Bîlîcî, xwest AKP tavilê dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne û derbasî muzakereyan bibe. Bîlîcî anî ziman ku xwerêveberî rewa ye û ragihand ku wek Saziyên Civaka Sivîl ên li Amedê wê di asta navneteweyî de hevdîtinan bikin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê ya Amedê Racî Bîlîcî xala ku AKP di polîtîkaya şer de gihiştiyê ji ANF’ê re nirxand.

Bîlîcî anî ziman ku piştî gel xwerêveberî îlan kir dewletê bi awayekî pir bi şîdet, tund û bê pîvan ketiye nav hewldanekê, sivîl kirine hedef û bal kişand ku polîtîkayeke dewletê ya ji salên 1990’an girantir li herêmê kirine dewrê. Bîlîcî destnîşan kir ku 127 herêm wek “herêmên ewlekariyê” hatine îlankirin, li Kurdistanê mirov tên qetilkirin, gerîlayên sax tên girtin tên înfazkirin, îşkenceyê li bedenan dikin, pê li cenazeyan dikin û bi vî awayî poz didin û dîmenan dikişînin, daristan tên şewitandin, mal tên xerakirin, bajarok tên valakirin û gelê Kurd bi darê zorê tê koçberkirin.

'FERMAN JI NAVENDÊ TÊ'

Bîlîcî anî ziman ku ji bo bûyerên şîdetê bi dawî bibin hevdîtinên dixwestin bi burokratan re bikin bi awayekî kêfî tên astengkirinn, waliyên bi wan re axivîne jî gotine tiştek ji destê wan nayê û ferman ji navendê tê.

'XWERÊVEBERÎ REWA YE'

Bîlîcî diyar kir ku gelê Kurd êdî qet ji Enqereyê bawer nake û dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Bîlîcî wiha dewam kir: "Gelê Kurd ê 90 sal e di bin ferzkirina îmha û asîmîlasyonê de ye dibêje, ‘êdî bes e’. Naxwaze vegere paşerojê û bi rastî ji ber her hikûmeta hat û çû daxwazên wan ên demokratîk krîmînalîze kir aciz bû. Îro Davûtoglû derdikeve dibêje, ‘Wê qudreta dewletê bibînin’. Gelê Kurd tam jî vê nêzîkatiyê red dike. Li şûna bi vî awayî girtî bijî dixwaze xwe bi xwe bi rê ve  bibe.”

'PAKÊTA EWLEKARIYÊ AMADEKARIYÊN VAN ROJAN BÛ!'

Bîlîcî destnîşan kir ku derket holê bê AKP’ê ‘Pakêta Ewlekariya Huındir’ bi çi armancê amade kiriye û got,  her hal hikûmetê ev roj plan kirine ku bi ‘pakêta ewlekariya hundir’ çi di qada leşkerî çi bi qanûnan gihiştine van rojan.

'DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN Û MUZAKERE DESTPÊ BIKIN'

Bîlîcî anî ziiman ku di encama lêkolînan de bi her beşa civakê re hevdîtin pêk anîne, bi yekdengî hatiye xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, hevdîtin destpê bikin, rêbazên diyalog û muzakereyan bikevin dewrê. Bîlîcî got ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, hevdîtin ji nû ve destpê nekin, venegerin rêbazên demokratîk û derbasî muzakerayan nebin bawer nake ku ev şîdet bi dawî bibe. Bîlîcî destnîşan kir ku ji bo ji vê pirsgirêkê rizgar bibin wek rêxistinên civaka sivîl daxwaz kirine ku bi gelek sefîrên welatan re hevdîtinê pêk bînin.