Bîlgen: Tirkiye bi awayekî bêpirsyar nêzî biryara NY dibe
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî biryara Neteweyên Yekbûyî ‘bêberpirsyarî’ ye û got, “Divê hûn zanibin ku di vê biryarê de Efrîn jî heye.”
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî biryara Neteweyên Yekbûyî ‘bêberpirsyarî’ ye û got, “Divê hûn zanibin ku di vê biryarê de Efrîn jî heye.”
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.
Bîlgen ewilî rojeva civîna Lîjneya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe ku duh kom bûbû aşkere kir û wiha got: “Li girtîgehan pêkanîna pêvajoya 90’an tê jiyîn. Li gorî agahiyên ji girtîgehan tên, êşkence giran dibe. Dixwazin îşkenceya giran bixin rojeva Tirkiyeyê. Em hin agahiyên revandina endamên meclîsa partiya xwe û xebatkarên xwe dibihîzin. Van pêkanînên di salên 90’î de dîsa dest pê kirine. Bernameyên 8’ê Adarê û Newrozê jî hatin parve kirin.”
‘DI BIRYARÊ DE EFRÎN JÎ HEYE’
Bîlgen destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara agirbesta NY’yê bêberpirsyarî ye û got: “Divê hûn biryara destnîşankirina ‘hemû Sûriyeyê’ bibînin û Efrînê jî dixe nava xwe. Divê hûn bizanibin û sekna pêwîst nîşan bidin. Heke ku hûn biryara NY’ê qebûl nakin, wê demê gotinên hûn derbarê Îsraîlê de dibêjin kes pê bawer nake. Heta gavên aştiyane û çareseriyê neyên avêtin wê şer dewam bike.”
BETALKIRINA PARLEMENTERIYAN
Bîlgen bertek nîşanî betalkirin wekîliya Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan da û wiha domand: “Elbet ev ne ya yekemîn e û nabe ya dawî jî. Dema mijar bibe HDP, hilbijêrên xwe tune tê hesibandin. Vîna gel nas nakin. Xistina wekîliya hevalên me parlamenter wê ji bo dîroka demokrasiya cîhanê bibe mînak. Wekîliya hevalên me Ahmet Yildirim û Îbrahîm bi hincetên bêbingeh û vala hat xistin. Ev cezakirina hilbijêrên me ye. Bi van kirinên xwe hûn rêzê nîşanî gelê me û rozet û koltixa hilbijartiyên me nadin. Lê têkoşîna gelan wê di bin her şert û mercî de dewam bike. Bi van biryaran a winda bike ne HDP ye. Ya winda bike platformên siyasete û parlamento ye. Ev nîşaneya bêtehamuliyê ye.”
Bîlgen da zanîn ku hikûmet û rayedarên xwe di her mijarê de li dijî HDP’ê cudakariyê nîşan didin û got: “Hemû xebat û daxuyaniyên me krîmînalîze dikin. Dixwazin em neaxivin û qadê ji wan re berdin. Bi van nêzîkatiyan pirsgirêkên li Tirkiyeyê nayên çareserkirin.”
Bîlgen bersiv da pirsên rojnamegeran ên der barê helwesta HDP’ê ya “tifaqa hilbijartinê” û ev tişt got: “Helwesta HDP’ê pir zelal e. Heke ku di nav van du rojan de xebatên komîsyona jêr û lîjneya giştî pêk bên, em ê beşdar nebin. Ev jî helwest û berteka li dijî biryara xistina wekîliya hevalên me ye. Em ê biryara xwe li her qad, platform û kolanê bînin ziman. Dixwazin ewlehiya hilbijartinê li gorî xwe çêbikin û ewlehiya wê ji holê rakin.”