Bîlgen: Em piştgiriyê bidin erdhejzedeyan

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, ji ber erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê banga piştgiriya bi mexdûran re kir.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, di civîna heftane ya koma partiya xwe de rojeva heyî nirxand.

Bîlgen bal kişand ser erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rû daye û got, "Li cîranê me erd hejiya. Bêguman felaketên xwezayî rojên zor û zehmet in ku divê mirovahî piştgiriya hev bikin. Rehma Xwedê li hemû mirovên li Kirmanşan, Silêmanî, Tuzxurmatû, Helebce û derdora wê jiyana xwe ji dest dane, be. Bila serê malbat û xizmên wan sax be. Çawa ku karesatên xwezayî sînorên netewe dewletan nas nakin êşeke gelekî mezin didin mirovahiyê, hin mirov jî car carna dikevini nava nêzîkatiyên ku li mirovahiyê nayên. Yên ku bi wesîleya erdhejê heqaretê li mirovan dikin, zimanekî faşîzan bi kar tînin, bi qasî erdhejê me hemûyan diêşînin. Çi neteweperestên Tirk bin, çi jî yên Kurd, Ereb û Fars bin, yên ku nikarin di erdhejê de helwesteke însanî nîşan bidin, ji mirovbûnê bêpar mane. Lewma ji bilî piştgirîdayinê ti helwest nayê qebûlkirin."

Bîlgen li ser hilbijartina serokatiya meclîsê jî diyar kir ku parlamentera wan a girtî Selma Irmak namzeta wan a ji bo serokatiya meclîsê ye.