Bîlgen: Bi çûna kongreyê em ê rola xwe ya siyasî zelal bikin

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, li navenda giştî daxuyaniyek da çapemeniyê û mijarên di rojevê de nirxand.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, di civîna çapemeniyê ya li navenda giştî da de, têkildarî rojeva civînên MYK’ê agahî da û nirxandinên MYK’ê vegot.

'DI WARÊ QUDSÊ DE EM DIYALOGÊ DIXWAZIN'

Bîlgen ev tişt got: "Em dixwazin li Rojhilata Navîn hemû pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Helwesta Trump çiqasî neyê qebûlkirin, helwesta Teşkîlata Hevkariya Îslamî jî şaş e. Ev yek wê li ser pirsgirêkê bigire. Em bi zelalî dibêjin ku pirsgirêka Filistînê wê bi diyalog, rêbazên aştiyê çareser bibin." Bîlgen eşkere kir ku hikumetê mijara Quds wekî amûreke polîtîkaya navxweyî dixebitîne û ev helwesta hikumetê rexne kir.

'MECLIS DÎROKA XWE ÎNKAR DIKE'

Bîlgen bal kişan ser nîqaşên duh li Meclisê der barê peyva "Kurdistan" de jî şîrove kir û wiha pêde çû: "Kesên li Meclisê bertek nîşanê Kurdistanê didin, bila li nexşerêya Kaşgarli Mahmut mêze bikin, berî 500 salî di arşîvên Osmaniyan de peyva Kurdistanê derbas dibe. Di girtekên 1920'an ên li Meclisê de, heta 1924'an qasî 4 hezar peyvên Kurdistanê derbas bûne û hatine axaftin. Di axaftinên Mustafa Kemal de, di Nutukê bixwe de di 18 cihan de peyva Kurdistanê derbas dibe. Duh berteka li Meclisê derket holê, înkara dîroka Miclisê ye. Bila Serokê Meclisê hinekî xwe biwestîne li Nutukê binhêre."

Bîlgen li ser girtina xebatkarên partiya xwe jî rawestiya û destnîşan kir ku ji Qersê heta Manîsayê bi sedan hevalên wan tên darizandin û prastina hikumetê daye Dadgeha Mafên Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bê cidiyetî dît û wiha pêde çû: "Ya yekemîn tê gotin ku wekîl dikarin di xebatên rêzikdanînê de dikarin cih bigirin. Xebatên postayê yên li girtîgehan tên lêkolînkirin wê tev li ebatên rêzikdanînê bin? Ev dide nîşan ku hikumet çiqas cidî ye. Ya duyemîn dibêjin ku 'Heke nehatana girtin wê şidet zêde bûye.' Sedema girtina gelek hevalên me ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014'an e. Heke hûn piştî 2 salan vê bişînin bişînin DMME'yê wê berdêla vê hemû Tirkye bide. Bêcidiyetiyek wiha nabe."

Bîlgen di derbarê doza Reza Zarrab ê li DYA'yê tê darizandin de jî axivî û anî ziman ku divê pêvajoya darizandinê bi rêk û pêk bê destpêkirin. Bîlgen bertek nîşanê qedexekirina mîtînga Îzmîrê jî da û wiha got: "Ji ber Rewşa Awarte mîtîng hat qedexekirin, ev jî rewşa îronîk a demokrasiya li Tirkiyeyê dide nîşan."

WÊ KOMÎSYONEKE YA KONGREYÊ BÊ AVAKIRIN

Bîlgen di derbarê kongreya HDP'ê ya di meha Sibatê de bê lidarxistin de jî axivî û ev tişt anî ziman: "Di derbarê kongreya me de wê îro Meclisa me ya Partiyê biryarekê bigire û MYK'a me wê komîsyoneke kongreyê ava bike û wê ev komîsyon hin planan bi şênberî dayne holê, amadekariyan bike. Wê rewşa polîtîk a Tirkiye îro di nav de, pêvajoya herî dawî ya lijneya giştî a HDP'ê wê bê nirxandin. Berpirsyariyek çawa dikeve ser milê HDP'ê wê bi vekirî bê nirxandin. Em ê bi gelek beşan re civînan pêk bînin, pêşnyarên wan ên derbarê partiya me bigirin. Em ê fikrên endamên partiya xwe yên herêmî bigirin û wekî navend, hem wekî mêr û hem jî wekî jin em ê koferanseke jinan û konfranseke giştî pêk bînin. Piştre em ê xebatên xwe yên der barê kongeyê de bi encam bikin."