Bîlgen: Astengkirina Kurdan a li ser maseyê geşkirina êgir e

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li Konferansa Rojhilata Navîn axivî û got, ‘’Li Sûriyê were astengkirin ku Kurd biçin ser maseyê, ev ê êgir geştir bike.’’

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li Konferansa Rojhilata Navîn a Şîşliyê ya li Hîlton Otelê axivî. Konferans ji hêla Weqfa Lêkolînên Siyasî ya Sosyo Ekonomîk a Tirkiyê (TUSES) ve pêk hat.

‘HEKE HÛN NE JI DIL BIN WÊ COGRAFYA BIBE BOBELAT’

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destpêkê diyar kir ku diviya Hevserokê girtî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li konferansê bûya û got, ‘’A rast dîrok û cografya bûye barek. Heke weke dîrokê cografya jî qedera mirov be, divê mirov bipirse bê ka mirov ji kûdera wê dikare biguherîne. Helbet xaka ku em lê çêbûne ne bi hilbijartina me ye. Cografya qeder e lê em çawa dikarin wê biguherînin, çawa dikarin wê baş bikin, heke ev pirs jidil neyên kirin û şîrovekirin mixavin ku cografya wê bibe bobelatek.’’

‘SEDEMA XWÎNÊ AZAWERIYA DESTHILATDARIYÊ YE’

Bîlgen got ên ku planên wan li ser Rojhilata Navîn hene bi nakokiyên etnîk û mezhebî dixwazin zêdetir parçe bikin û got, ‘’Em çawa dikarin ji vir derkevin..Divê em li ser vê rawestin. Tiştên li Rojhialta Navîn dibin pir dramatîk in. Lê berpirsê vê rewşê tenê hêzên dereke ne? Berpirsê vê ne sultan in? Ne ew in ku ji bo qesra xwe biparêzin dubendî kirine polîtîka xwe? Ne ew in ku li dijî yên ne weke xwe, li dijî yên ku weke wan nafikirin bombeyan dixin mizgeftan? Ev tenê bi hêzên dereke nikare were vegotin. Helbet divê em bi hêzên dereke re hesab bibînin lê pêşî divê em li xwe binerin. Me li kûderê winda kir divê em li wê binerin. Ji Kerbelayê ve xwîn li van deran diherike û sedema wê ya sereke jî azweriya desthilatdariyê ye.’’

‘TIŞTA KU JI BI TIRKAN HELAL BE LI KURDAN NE HERAM E’

Bîlgen bi domdarî bal kişande ser krîza Sûriyê got, ‘’Her nêzîkatiya bi armanca ku Kurd li Sûriyê neçin ser masê, wê bibe sedem ku agirê li Sûriyê geştir bibe. Ti sûda wê ji aştiya Tirkiyê re nîn e. Tişta ku ji bo Farsan, Ereb, Tirk û Tirkmenan helal be divê ji Kurdan re jî ne heram be. Divê Rojhilata Navîn zêdetir ber bi hev ve were. Ji bo vê jî bi berfirehî divê mirov li vê daxwazê binere. Heke Kurd bi van daxwazan çareseriyê li devereke dî digerin berpirsê vê rêveberên vê cografyayê ne. Heke rêveberên vê cografyayê nikarin van kêşeyan ji hundir çareser bikin, teqez e ku li platformên dî wê çareser bibe.’’