Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di komcivîna partiya xwe de geşedanên siyasî û êrîşên li dijî Efrînê nirxand.
Bîlgen di axaftina xwe de bi bîr xist ku beriya 68 salan di 1950’yî de dema ku Şerê Koreyê pêk hat derdorên ku belavokên dijberî şer belav kiribûn hatibûn binçavkirin û wiha axivî: “Doktor ji bo ku jiyanê biparêzin hene lê hikumet ji wan dixwaze ku mirinê pîroz bibînin. Dema ku doktor dibêjin bila mirov nemirin, hikumet aciz dibe û li dijî wan operasyon tê kirin. Akademîsyen dibin hedefa êrîşan. Akademîsyenên bang li parlamenteran dikin li ber çapemeniyê tên înfazkirin. Kesên ku avahiya partiya me ya li Pendîkê dişewitînin bi hinceta delîl tune ye tên berdan. Di şert û mercên wiha de em ê behsa bedela parastina aştiyê bikin.”
‘WÊ AKP JÎ NEGIHÊJE MEQSEDA XWE’
Bîlgen destnîşan kir ku hikumetên beriya AKP’ê jî bi polîtîkayên şîddet û şerxwaz ser vê pirsgirêkê bigire lê yek ji wan jî negihişt mexseda xwe. Bîlgen wiha axivî: “Mehmet Alî Bîrand der barê rojnamegeriya şer de pispor bû ew bi xwe digot; me bi salan der heqê şer de gel xapand. Wî wefat kir lê ev rewşa ku ew behs dikir hê jî didome. Heke ku îro şer tune bûya me yê behsa 115 zarokên ducanî hatine hiştin bikira, me yê behsa wesayîtên ku ji bo qesrê hatine kirîn bikira, me yê behsa cilên yektîp ên li girtiyan tê ferzkirin bikira. Lê îro roj mirovan mecbûr dikin ku li şer temaşe bikin.”
‘REMZA AŞTIYÊ KIRIN YA ŞER’
Bîlgen anî ziman ku kesên naxwazin peyama aştiyê ya di nav Quranê de li xwe bigirin behsa şer dikin û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Îro roj çiqlê zeytûnê ne wekî remza aştiyê lê wekî ya şer tê xebitandin. Di raporên navneteweyî de jî derket holê ku zêdetirî 100 sivîl birîndar bûne. Wêneyên tên bêrehmiya şer jî datînin holê.” Bîlgen bal kişand ser ku wê hin derdor tim behsa şer bikin lê ew ê jî li dijî vê yekê her tim û di her şert û mercan de aştiyê biparêzin.
‘ÛYGÛRÎ KÎNGÊ BÛN SÛRIYEYÎ?’
Bîlgen destnîşan kir ku sazûmaniya OSO’yê sazûmaniyeke tevlihev e û wiha got: “Din av OSO’yê de kesên wisa hene ku serê zarokên 12 salî serjê dikin. Dîsa tê zanîn ku ev komikên di navê de heta demekê ji Îngilistanê maeş distandin. Îro roj jî hikumet ji me dixwaze ku em qebûl bikin ev mutefîkên Tirkiyeyê ne. Heke OSO ji bo azadiyê şer dike ka bibêjin li dijî kê şer dike. Ew Ûygûrên ku ji Asyaya Navîn bi bedêla 100 dolarî şer dikin kengî bûn sûriyeyî û şervanên azadiyê?”
‘WÊ EV RÊWÎTÎ BIDOME’
Bîlgen da zanîn ku hikumeta AKP’ê ew qas tengav bûye ku êdî nikare bi rêya OHAL’ê jî Tirkiyeyê bi rê ve bibe û niha dixwaze bi rêya şer Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Bîlgen herî dawî bal kişand ser 3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê jî û wiha got: “Rast e karê me zehmet e lê ji bo gelên li vî welatî azad, wekhev û di şertên demokrasiyê de bijîn lazim e çi dibe bila bibe em rêwîtiya xwe bidomînin.”