Bild çîroka doktorê dawî yê li Kobanê nivîsand

Bild çîroka doktorê dawî yê li Kobanê nivîsand

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê rojnameya Bild, çîroka doktor Walîd Omer ê li Kobanê ye û birîndaran tedawî dike, nivîsand. Omer diyar kir ku yekane doktorê li Kobanê ew e û anî ziman ku ew 24 saetan dixebite, lê belê malzemeyên tenduristiyê qediyane.

Berxwedana YPG/YPJ'ê ya ev meheke li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê nîşandan, cihê xwe yê di rojeva medya cîhanê de diparêze. Rojnameya Elman Bild çîroka doktor Walîd Omer nivîsand, ku li nexweşxaneya li Kobanê doktorê yekane ew e û xizmetê dide birîndarên şer.

Omer ji rojnameyê re axivî û got, "Em 24 saetan dixebitin, lê belê ti malzemeyên tenduristiyê nîne. Ji bilî çend antîbiyotîkan ti derman di destê me de nîne. Her wiha ji bo bebekên nû çêbûne jî, bi lezgînî pêwîstî bi şîr heye."

Omer diyar kir ku avahiyek lê birîndar dihat ragirtin jî rastî êrîşê hatiye û ragihand ku tevî şervanên YPG'ê ew hewl dide bersivê bide pêwîstiya tenduristiyê ya mirovên sivî. Omer da xuyakirin ku ji bilî wî ti doktor li Kobanê nemane û got, "Divê cîhan êdî vê fêm bike; li vir komkujiyek tê jiyîn. Tirkiye destûrê nade dermanên êşê kêm dike, derbas bibe. Li Kobanê ji bilî şervanan hînê bi hezaran mirov dijîn û ev naxwazin bajêr biterikînin."