Bîlançoya qezayan a cejnê: 86 kes mirin

Bîlançoya qezayan a cejnê: 86 kes mirin

Li Tirkiyeyê di cejna Remezanê de 2 hezar û 199 qeza çêbûn û di encama qezayan de 86 kes mirin û 4 hezar û 711 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyan di erefeya cejna Remezanê de di encama qezayên trafîkê de 12 kes mirin, di roja yekem ya cejnê de 12 kes, di roja duyem de 25 kes û di roja sêyem de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di rêya vegerê de jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di encama qezayan de 4 hezar û 711 kes jî birîndar bûn.