Bîlançoya cejnê: 63 mirî, 311 birîndar

Bîlançoya cejnê: 63 mirî, 311 birîndar

Li gorî daneyên Konfederasyona Senatkar û Esnafan a Tirkiyê (TESK) di nava 3 rojên betlaneya cejnê de, di qezayên trafîkê de 63 kesan jiyana xwe ji dest dan, 311 kes jî birîndar bûn.

Serokê  Konfederasyona Senatkar û Esnafan a Tirkiyê (TESK)  Bendevî Palandoken da xuyakirin ku di qezayên trafîkê yên Cejna Remezanê de bi tenê li cihê bûyeran 63 kesan jiyana xwe ji dest dane, 311 kes birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya TESK'ê, di roja yekemîn a cejnê de 17, di roja duyemîn de 25 û di roja sêyemîn de jî 23 kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane, 311 kes jî birîndar bûne.