'Bila statûya Şengalê were naskirin'

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan bi daxuyaniyekê fermana ser Şengalê şermezar kir, bi bîr xist ku gerîlayên azadiya Kurdistanê pêşî li qirkirineke mezin girtine, got, ji bo ku fermaneke dî nebe divê statûya Şengalê were naskirin.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan NAV-YÊK’ê qirkirina Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xist û got, ‘’Di fermana 73’yan de her tiştê li dijî mirovahiyê li ser Êzîdiyan hate ceribandin. Bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, bi hezaran organên wan hatin firotin. Keç û zarokên Êzîdî heta li welatê Efrîkayê hatin firotin. Êzîdî neçar man ku ji vê axa pîroz a Êzîdxanê koçber bibin.’’

NAV-YÊK’ê bi berdewamî bal kişande ser rola HPG’ê, YJA Starê, YPG-YPJ’ê ya di paratina Êzîdiyan de û got, ‘’Êzîdiyên niha hê jî li ser vê xaka pîroz mane bi saya Tevgera Azadiyê mane. Cara yekemîn hêzekî gerîla bi hêza xwe ya cewherî sê sînorên dewletan derbas kir û midaxila rewşa Şengalê kir. Piştî go bi hevkariya Tevgera Azadiye, Êzîdiya xwe bi rexistin kir, îro Êzîdî bi îrada xwe, parastina xwe dikin û yekemîn bûne Êzîdiyên xwe.

Îro hemû civaka me ya Êzîdî li Ewropa, Rûsya, Ermenîstan, Bakur, Başûr û Rojava dijîn, bi saya gelê me yê niha li Şengalê ber xwe dide, dikare bibêje ‘‘em Êzîdîne û em ola Êzdîtayê diparêzin’’.

‘PDK AMBARGOYA LI SER ŞENGALÊ DIDOMÎNE’

NAV-YÊK’ê her wiha bal kişande ser avabûna YBŞ- YJŞ’ê û got, ‘’Di vê pevajoyê de gavên girîng û dîrokî hatin avêtin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ û YJŞ), Meclîsa Avaker a Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) û asayîşa Şengalê hatin avakirin.’’

Di daxuyaniyê de nêzîkatiya PDK’ê ya li ser Şengalê hate destnîşankirin û hate gotin PKD hê jî ambargoyê li ser Şengalê didomîn:

‘’Bila di vê wateyê de civaka me yê Êzîdî jî baş bizanibe, bi avakirina hezên çekdarî û saziyên siyasî derfetên dîrokî bi dest xistiye. Îro ew hêzên meyî pîroz roj bi roj bi can û rihê xwe Şengalê li hemberî hemû cureyên êrîşan diparêzin. Ji bo vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê hewldanên hatine kirin, têr nekirine. Ew hewldan tenê hindek birînên derve dorpêç kirine lê mixabin koka ve birîne kûr e. Bi taybetî ji aliyê PDKê ve astengî û ambargo li ser Şengalê berdewam in. ‘’

‘DIVÊ STATÛYA ŞENGALÊ WERE NASKIRIN’

NAV-YÊK’ê got ji bo ku pêşî li qirkirinên nû were girtin divê statûya Şengalê were naskirin û ji bo vê jî bang kir ku tevlêbûna li nav YBŞ-YJŞ’ê zêdetir bibe:

‘’Sazîyên meyî siyasî û civakî hewl didin ku YBŞ’ê di qada navnetewîde bibe hêza leşkerî û statûya Şengalê were qebûlkirin. Qebûlkirina statûya Şengale di heman demê de dibe bingeha re li ber girtina fermanên nû û avakirina Êzîdxanê. Loma pêwîst e ku em tevlîbûna YBŞ û YJŞ xurtir bikin û bi saziyên xwe re bibin piştgir.’’

NAV-YÊK bi berdewamî wiha got:

‘’Her çiqas Fermana Şengalê di parlamenan de wek mijar hatibê nîqaşkirin jî, mixabin heta niha di dadgehên mafên mirovan yên navnetewî de wek jenosîd bi fermî nehatî qebûlkirin.

Ji bo qebûlkirina jenosîdê, rizgarkirin û avakirina Ṣengalê pêwist e civaka me li hemû qadê jiyanê bê navber di nav hewldanan de be, li dora saziyê xwe kom bibe û yekitiya xwe xurtir bike. Her weha ji bo em hemû lîstikên li ser civaka me tên lîstin bê armanc bihêlin û 3’yê Tebaxê bibe roja Ṣengalê ya navnetewî, giring e em her bêhtir bixebitin û dengê xwe bilindtir bikin.

‘EM TEVLÎ NAV ÇALAKIYÊN LI EWROPA BIBIN’

Ji bo bîranîn û şermezarkirina 4.mîn salvegera Fermana Şengalê di 03.08.2018’an de saet 18:00’an ji bo deqîqekê rêzgirtin li tevaya Ewropa wê were çêkirin. Divê her yek beşdarî rêzgirtinê bibe. Di heman rojê de li hemû bajarên Almanya yên Êzîdî lê dijîn û li tevaya cîhanê çalekiyên protestokirinê weke meş, mitîng, panel, çadirin agahiyan û nobetê û bernameyên zindî di televîzyonande tên lidarxistin.

Bi van bîr û baweriyan û bi slogana ‘’Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye! Li diji fermanan xwe bi rêxistinkirin erke me ye – xwedî li Êzidxane derbikeve!“ bang li civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê û hemû dostên civaka me dikin ku bi hemû hêza piştgirtinê bidin çalakiya û tevlî bibin.

Tevlîbûna çalakiya gelekî girîng e ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê, Bakur û Rojava – werin em bi hevdû re dengê xwe bigînin warê xwe Kurdistan û li gelên navnetewî.’’