'Bila hikûmet dest ji polîtîkaya talanê berde'
ÎKK a TMMB'ê ya Amedê biryarên "îstîmlaqkirina" ji bo Sûrê şeremzar kir û bang li hikûmetê kir, xwest dest ji polîtîkayên talanê berde.
ÎKK a TMMB'ê ya Amedê biryarên "îstîmlaqkirina" ji bo Sûrê şeremzar kir û bang li hikûmetê kir, xwest dest ji polîtîkayên talanê berde.
Lijneya Koordînasyonê ya Bajar a (ÎKK) TMMOB'ê ya Amedê biryara "îstîmlaqê" ya ji bo navçeya Sûrê ya Amedê li Qada Şêx Saîd şermezar kir. Di çalakiyê de sekreterê ÎKK a TMMOB'ê Şerefhan Aydin axivî û diyar kir ku binpêkirinên civakî û bajarî yên ku her roj tên dîtin bi destpêkirina şer re li bajaran belav bûye û gihîştiya asteke wehim. Aydin wiha got: "Tenê ne TOKÎ, di deham demê de bi hincetên tedbîrên leşkerî cih û warên dîrokî û çandî tên dagirkirin û tê xwestin hafizeya vê cografyayê bê tunekirin. Di bin navê îstîmlaqkirinê de çand, mal û milkên gel tên desteserkirin."
Aydin bilêv kir ku berê jî Bajarê Kevnare ya Dakyanusê ya navçeya Lîcê ya Amedê ku wekî di asta yekemîn de qada parastinê hatibû îlankirin bi hinceta ewlehiyê ji bo avahiyan destur hate dayîn, li navçeya Farqînê Qonaxa Azîzoglu wekî qereqol kirin desteser kirin, dîsa Talaytepe bi navê xwe yê nû Daristana Bajar a Tahir Elçî ligel ku divê dar bên çandin wekî qada leşkerî hate guhertin.
Aydin bang li hikûmetê kir û xwest ku dest ji polîtîkayên talankirinê ya li hemberî bajaran berde û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku şer zêdetir bajarên me dîl negire em bi alîgiriya xwe ya demokrasî û azadiyê bangawaziya muzakereyê dikin, dixwazin hikûmet dest ji polîtîkayên talankirina bajaran berde. Em di serî de Tahîr Elçî kesên ku divê rêyê de winda kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin."