‘Bila aşitî çêbibe û dîwarên şermê bên sekinandin’

‘Bila aşitî çêbibe û dîwarên şermê bên sekinandin’

Komisyona çareserî ya meclîsa Tirkiyeyê bi gelê Şirnex, Colemêrg û Wanê re hatin cem hev. Gelê herêmê peyama, bila aşitî were û dîwarên ku li ser sinor têne lêkirin werin rawestandin, dane komisyonê.

Piştî  ku meclîsa Tirkiyê vebû, Komisyona çareseriyê ya meclîsê jî jinû ve dest bi xebatên xwe kirin. Di çarçoveya xebatên xwe de komisyonê serdana bajarên Şirnex, Cizîr, Colemêrgê û herî dawî de jî bi gelê Wanê û saziyên wêre hatin cem hev.

Yek ji endamên komisyonê parlementerê BDP’ê Husamettîn Zenderlioglu ji ANF’ê re ragihand ku, gelê herêmê ji bo pêvajoya çareserî biser bikeve û aşitiya mayînde çêbibe piştgiriyê didin.

Herwiha ragihand ku, gelê herêmê ji bo lêkirina dîwarê şermê nerazîbûna xwe nîşandane û diyar kirine ku pêwîste çêkirina dîwar bê sekinandin.

Zenderlioglu da diyar kirin ku, wan bi hemû gelê herêmê û malbatên Roboskê re jî hevdîtin pêkanîne û daxaza hemû aliyan ewe ku, ‘pêvajoya çareseriyê berdewam bike û aşitiyek mayînde çêbibe.’

Parlementerê BDP’ê Zenderlioglu di daxuyaniya xwede da diyar kirin ku, li herêmê herî zêde dayîk dixwazin ev pêvajoya aşitî bi serbikeve. Di hevdîtinên me yên bi gel re dayîkek ku 3 zarokên wî gerîla ne û yek jî di girtîgehê deye, ji mere got ku ‘ êşa ez dibînim ez naxazim kesek din bibîni.’ Daxaz û xwestekên wê dayîkê bandorek mezin liser me kir.”

Herwiha Zenderlioglu di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Gel di van 2 mehên dawîde ji ber weşanên di Televizyonan de têne weşandin gelek bi fikar bun ku wê dîsan pêvajoya şer destpê bike. Lê bi serdanên komisyona mere kêmbe jî me karî ku fikarên gel kêm bikin.”

Zenderlioglu di dawiya axaftinên xwe de got: “ Yek ji daxwaz û nêrînên gelê herêmê ewe dibêjin; pêwîste dîwarê şermê yêku dinavbera Bakur û Rojava de tê lêkirin bête sekinandin.”

Herî dawî jî da diyar kirin ku, ewê piştî serdanên xwe yên li Wanê, wê herin Enqere û raporek bê alî ku ji daxaz û nêrînên gelê herêmê amade bikin û têde diyar bikin ku gelê herêmê alîgirê pêvajoya aşitiyê ye.