Bi wekîl Williams re li ser tecrîdê hevdîtin hate kirin

Li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê, bi parlamenterê Partiya Karker a Îngilîstanê Paul Williams re hevdîtin hate kirin.

Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Kampanya Azadî ji Ocalan re, karên xwe yên li dijî tecrîdê didomîne.

Bi navê 'Kampanya azadî ji Ocalan re' Elîf Sarican bi Parlamenterê Partiya Karker ê herêma Stockton South Dr. Paul Williams re li parlamentê hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê agahî ji parlamenter Williams re hate dayin.

Sarican ji parlamenter xwest ku nameyê ji Wezîrê Karên Derve Jeremy Hunt re binivîsîne û vê mijarê bixe rojeva hikumetê.

Sarican her wiha ji Williams xwest, tevlî delegasyoneke ku wê di demeke kurt de biçe Kurdistanê bibe.

Williams jî diyar kir, bala wî li ser têkoşîna gelê Kurd e û ji niha û pê ve wê bêhtir piştgiriyê bide.

Williams li ser rewşa Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî fikarên xwe anî ziman û got, bêyî ku tiştek bi kesî bê divê rayedar tavilê gavê biavêjin.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal û Besîme Basar jî diyar kirin, karên komîteya têkiliyên derve wê bidomin.