'Bi vê zagonê re êdî hekîmtiya dildarî wê wekî sûc bê ditin'
'Bi vê zagonê re êdî hekîmtiya dildarî wê wekî sûc bê ditin'
'Bi vê zagonê re êdî hekîmtiya dildarî wê wekî sûc bê ditin'
Yekîtiya Tabîbên Tirkiye (TBB) diyar kir ku piştî zagona torbe ji aliyê makezagonê ve bê erêkirin, ‘Makezagon dane aliyekî’. TTB'ê da zanîn ku bi vê zagonê doktorên ku bi dildarî alîkariya birîndaran bike wê bên cezakirin.
Yekîtiya Tabibên Tirkiye (TTB) der barê biryara Dadgeha Makezagonê ya têkildarî zagona torbe ya roja tam de daxuyanî da. TTB’ê li Navenda Giştî ya TTB’ê daxuyanî da û biryara Dadgeha Makezagonê rexne kir. Serokê Konseya Navenda TTB’ê Beyazit Îlhan diyar kir ku nêzî salek û nîv e ev zagon di rojeva Tirkiyeyê de ye û wiha got: “Ji bo em şaşiyên vê zagonê nîşan bidin, em têdikoşin. Lê heta niha me dengê xwe negihand Serokomar, Serokwezîr, Wezîre Tenduristiyê. Ewil gotin wê bi vê zagonê nexweşan ji muayeneyan rizgar bikin. Le dijberi vê yekê bê pere nikarin muayene bibin û biçin cem doktoran. Ji bo mafê hekiman û nexweşan tiştek tune. Bi vê zagonê re êdî hekîmtiya dildarî wê wekî sûc bê ditin. Hekimên ku bi dildarî dixebitin wê heta 3 salan bên cezakirin. Bi biryara Dadgeha Makezagonê êdî em xemgînin û ji bo nexweşên xwe bi fikar in."
Sekreterê Gişti yê TTB’ê Ozden Şener jî da zanîn ku li du deverê cîhanê tiştekî wisa tune û ev mînak yekem car li Tirkiyeyê pêş dikeve. Şener, destnîşan kir ku yekem car di cîhanê de li Tirkiyeyê ji ber ku wê doktor alîkariyê bidin birîndaran wê bên cezakirin û wekî sûc tên dîtin.