Leşkerên navborî beriya hilbijartinê bi rengekî nelirê biribûn Şirnex navendê û Êlkê.
Leşkerên ku bi wesayitên zirxî anîn, li dibistanan bi komî deng dan.
Ji bo leşkerên ku bi wesayiyên zirxî, bi konwoyê anîn navenda bajêr û anîn Dibistana Seretayî ya Edîp Başar, gelek tevdîrên polîsî û leşkerî hatin standin.
Dema ku leşker hatin ku deng bidin, nehiştin ku nûçegihan wêneyan bigirin.
Li Qesrikê jî ku piranî cerdevan in, diyar bû ku ji bo ku hilbijêr neçin ser sindoqê zext li wan tê kirin. Li dibistanê bi dehan leşkerên bi çek hen û ev jî dibe sedema nerazîbûnan.
Li Êlkê leşker bi wesayitên zirxî anîn cihê dengdanê, diyar bû ku li ser leşkeran unîforma hene.
Dema ku hate fêhmkirin ku leşker ne peywirdarên fermî ne, peywirdarên sindoqê yên HDP'yî dengê xwe li wan kirin. Li ser vê leşker mecbûr man ku unîformayan ji xwe bikin û wiha deng bidin.