'Bi têkoşîna hevpar lîder dikarin bên azadkirin!
Ji enternasyonalîstên ji bo azadiya Ocalan ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê Derek Thornell ê ji Spanyayê û Mûhammed Naîm ê ji Îngilîstanê, bal kişandin ser girîngiya konfederalîzma demokratîk.
Ji enternasyonalîstên ji bo azadiya Ocalan ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê Derek Thornell ê ji Spanyayê û Mûhammed Naîm ê ji Îngilîstanê, bal kişandin ser girîngiya konfederalîzma demokratîk.
Derek Thornell bi eslê xwe Amerîkî ye û ji bajarê Alîcante yê Spanyayê tevlî meşa dirêj a "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" bûye. Thornell da xuyakirin, ku piştî Şoreşa Rojava wî têkoşîna Kurdan nas kiriye û destnîşan kir, konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hat afirandin, yek ji teoriyên polîtîk ên herî balkêş e. Derek Thornell bibîr xist, ku hewl tê dayîn ev yek îro li Rojava bi cih were anîn û işaret bi girîngiya vê sîstemê ji bo tevahiya cîhanê kir.
Thornell da zanîn, Şoreşa Rojava bi têrkerî li Ewropayê nayê naskirin, lewma ew tevlî Meşa Dirêj bûye û bibîr xist, gelek welatên Ewropayê destekê didin rejîmên li Rojhilata Navîn bi taybetî Tirkiyeyê. Thornell diyar kir, ew dixwaze gelên Ewropayê bibînin ku li Rojhilata Navîn şoreşeke heye û ev şoreş jî çareseriya herî maqûl e ji krîzên li herêmê re.
Derek Thornell anî ziman, Meşa Dirêj ji bo wî tenê qonaxek e û ew ê ji niha û pê ve têkoşîna gelê Kurd bi gelên Ewropayê re bide naskirin.
Thornell ragihand, meşa ku wan di 1'ê Sibatê de dane destpêkirin, ji bo wî tecrûbeyeke xweş e û destnîşan kir, ku ew dixwaze Kurd zanibin tevgerên civakî yên li Ewropayê piştgiriyê didin wan.
'BI TÊKOŞÎNA HEVPAR RE LÎDER DIKARIN BÊN AZADKIRIN'
Xwendekarê ji Sûdanê Mûhammed Naîm, ku li zanîngeheke li Brîtanyayê masterê dike, yek ji enterasyonalîstên tevlî Meşa Dirêj bûye. Mûhammed Naîm anî ziman, beriya xebata wî ya li ser têkiliyên tevgerên Reşik û Kurdan, wî Kurd nas dikir û tevî Rojava, avabûna saziyên demokratîk li Bakur, bala wî kişandiye.
Naîm da xuyakirin, ku ew hêvîdar e di navbera tevgerên Reşik ên li cîhanê û têkoşîna Kurdan de têkiliyekê-pirekê ava bike û destnîşan kir, ku rêbaza lîdertiyê ya Ocalan bandor li wî kiriye.
Mûhammed Naîm bal kişand ser dîroka têkoşînê ya Reşikan ku dişibe ya Kurdan û bibîr xist, dewletên ku gelên Reşik ji bo mafên xwe li dijî wan têdikoşiyan, bi heman rengî lîderê wan dîl girtine û bi vî rengî hewl dane wan bêdeng bikin.
Mûhammed Naîm, têkoşîna ji bo azadiya lîderê Reşik Nelson Mandela û parêzvana mafên mirovan Angela Davîs a di sedsala 20'an de hat meşandin bibîr xist û destnîşan kir, ku pêkane e eger têkoşîneke hevpar bê meşand, lîderên pêşeng werin azadkirin.
Naîm ragihand, fîlozofiya Ocalan bandoreke kûr li wî kiriye û dixwaze di dema pêş de bixebite ji bo konfederalîzma demokratîk ji aliyê gelên din ve bê fêhmkirin.
Mûhammed Naîm diyar kir, Kurd mîna têkoşîna Reşikên li DYA hewl didin bi çalakiyan dengê xwe bidin bihîstin û Meşa Martîn Lûther Kîng a di sala 1963'an de ji bo Kar û Azadiyê ber bi Washîngtonê ve, weke mînak nîşan da.