'Bi siyasetê nekarîn bikin, bi desteserkirinê dixwazin bikin'
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û got, "Ji Kurdan re dibêjin, 'Em we weke welatî qebûl nakin'."
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û got, "Ji Kurdan re dibêjin, 'Em we weke welatî qebûl nakin'."
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiya xwe der barê desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî civîneke çapemeniyê pêk anî.
'PIŞTÎ KU FÊHM KIR BI SIYASETÊ NIKARE TÊK BIBE...'
Başaran got, "Desthilatdariyê dît ku bi siyaseta demokratîk nikare me têk bibe, nikare bi me, lewma bi destê dadgeriyê hewl dide partiya me tasfiye bike.
Doh li Enqereyê 9 hevalên me yên jin ku ji aliyê medya desthilatdariyê ve hatin terorîzekirin hatin destgîrkirin. Hîn jî destgîrkirî ne.
DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN
Tevî şaredariyên ku bi hinceta KHK'î ne ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan AKP'iyên di rêza duyemîn de hatin tayînkirin heta niha 21 şaredariyên me bi rêya qeyûman hatine desteserkirin. Di nava wan de bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê jî hene. Ji hevşaredarên ji wezîfeyê hatine dûrxistin 10 ji wan hatine girtin.
Di dosyayên hevşaredarên me yên girtî de şahidên îtirafkar hene. Van şahidên îtirafkar an çend roj berê yan jî piştî hilbijartinên 31'ê Adarê îfade dan. Ecêb e ku şahidên veşartî dema ku hevşaredarên me bi ser dikevin derdikevin holê. Du şahidan der barê hevşaredarên me de gotin bi gotin weke hev îfade dan. Di ti serdemê de bêqanûniyek di vê astê de nebû.
Di van dosyayan de silavkirina Gultan Kişanak jî qedexe hatiye nîşandan. Bi hincetên bêbingeh li şûna gelek hevşaredarên me qeyûm hatin tayînkirin. Bi vî rengî mafê hilbijartinê ji destê mirovên me tên wergirtin. Bi vî rengî ji Kurdan re dibêjin 'em we weke welatî qebûl nakin'." Başaran destnîşan kir ku wê paş ve gavê neavêjin.