Bi ser gundên Licê de hate girtin
Bi ser gundên Licê de hate girtin
Bi ser gundên Licê de hate girtin
Leşkeran serê sibê li gundên Kerwar, Zengî, Mişirfê bi ser malan de girtin. Hat zanîn ku lêgerîna malan didome û gelek kes hatine binçavkirin.
Gelek leşker bi karwanekî mezin ê maşîneyên zirxî yên leşkerî serê sibê çûn gundên Kerwar, Zengi, Mişirfê yên herêma Peşgewerê û li gundan bi ser malan de girtin. Leşkeran serê sibê saet di 05.00'an de bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girtin û li gundan bi ser malan de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn û hat zanîn ku gelek kes hatine binçavkirin. Nav û hêjmara kesên hatin binçavkirin nehat zanîn û hat diyarkirin ku lêgerîna malan didome. Welatiyan diyar kirin ku leşker destûr nadin ku welatî ji malên xwe derkevin û gund dorpêç kirine.
Hat zanîn ku li herêma gundên Yolçati û Dibekê balafirên bê mirov digerin.