Bi sedan Kurd ketin Parlamentoya Ewropayê
Bi sedan Kurd ketin Parlamentoya Ewropayê
Bi sedan Kurd ketin Parlamentoya Ewropayê
Bi sedan Kurd bi armanca ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê protesto bikin û bo piştevaniya gelê Kobanê di saetên sibê de li Brukselê li ber PE’yê hatin cem hev û parlamento dagir kirin.
Rêveberên KNK, TEV-ÇAND, CÎK, FEDA, FKÊ û yên MLKP’ê bi armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar bikin li Brukselê li ber Parlamentoya Ewropayê greva birçîbûnê dan destpêkirin û di roja duyem de didome. Bi sedan Kurd bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û alên PYD’ê ketin parlametnoyê. Kurdan xeleka ewlehiyê ya ku polîsan ava kiribû derbas kirin û ketin hundir. Beşekê jî li ber parlamentoyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Çalakiya ku polîsa tedbîrên ewlehiyê girt didome.