Bi sedan kesên li Swîsreyê derketin qadan: Dewleta AKP’ê Elçî qetil kir

Bi sedan kesên li gelek bajarên Swîsreyê derketin qadan qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lanet kirin

Bi sedan kesên li gelek bajarên Swîsreyê derketin qadan qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî lanet kirin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku Elçî ji aliyê hikûmeta AKP’ê, Erdogan û hevkarên wî ve hatiye qetilkirin.

 BERN

Di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de li Qada Bern Helvetia Platz çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Elçî hatin hilgirtin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Omer Reşîtoglû got ku Elçî ji ber daxuyaniyên xwe yên wêrek ên di demên dawî de bi zanebûn ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin.

Piştî axaftina Reşîtoglû girseyê bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.

LOZAN

Li Lozan Place St-Lauran nêzî sed kesên bi wêneyên Elçî hatin gel hev, komkujiya li hember Elçî protestokirin.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Lozanê Hanîfî Ceylan got ku Elçî yekser ji aliyê polîsên girêdayî AKP û Qesrê hatiye qetilirin.

FRIBOURG

Di pêşengiya Ciwanên Azad Frîbourg de bi dehan kesên li ber navenda kar a Manor hatin cem hev li hember qetilkirina Elçî lanet barandin. Di çalakiyê de hat gotin ku berpirsyarê komkujiyê aşkera dewleta Tirk e û hat gotin ku pêwîst e hemû ciwanên li Ewropayê li qadan bin.

BASEL

Komkujiya li hember Elçî li Baselê ji aliyê sedan kesî ve bi meşekê hat protestokirin.

Bi sedan kesên di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a û Tevgera Jinên Kurd a Swîsre ve li Basel Dreinrosenpark hatin cem hev heta Claramatte meşek li dar xistin. Girseyê di meşê de wêneyên Elçî hilgirt û dirûşmên, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Qatilê Elçî hikûmeta AKP’ê” got. Di meşê de li  hemberî AKP û Erdogan nerazîbûneke mezin hat nîşandan.

...