Bi sed hezaran li Fransa di grevê de bûn

Li Fransa 5,7 milyon ku li dijî reforma mafê mehmûr û xebatkarên ku sektora civakî eleqedar dikin, bi sed hezaran kes tevlî xwepêşandan û grevên hatin lidarxistin bûn.

Di serî de li ser banga CGT û CFDT’ê û gelek sedîkayan li dijî projeyên rawestandina bûdce kêmkirina hejmara mehmûran a 120 hezarî ya Serokkomar Emmanûel Macron grev hatin lidarxistin.

Li gorî saziyên dewletê yên navendî rêjeya tevlîbûna 9,8 û li gorî rêveberiyên herêmî jî 6,3 hate eşkerekirin. Herî kêm xwepêşandan li 130 bajaran hate kirin. Li gorî sendîkayan rêjeya tevlîbûna xwepêşandana li paytext Parîsê 50 hezar kes bû, li gorî polîsan jî 16 hezar kes bûn.

Li gel Parîsê li dehan bajarên ku xwepêşandan hatin lidarxistin, rêjeya tevlîbûnê bi awayê deh hezaran hate îfadekirin. Lê li gorî sendîkayan ev hejmar weke sed hezaran hate diyarkirin.

Li gelek navendan jî di navbera polîs û hinek komên rûpûş de şer qewimîn.