Bi munasebeta cejnê gorên cangoriyên Kurdistan hatin ziyaretkirin

Bi munasebeta cejnê gorên cangoriyên Kurdistan hatin ziyaretkirin

Bi munasebeta Cejna Remezanê li gelek bajaran gorên cangoriyên Kurdistan ên di Têkoşîna Azadiya Kurdistan de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Li Semsûr, Riha û Îzmîrê gorên gerîllayên PKK’ê û HPG û kesên di cinayetên “kiryar nediyar” de hatibûn qetilkirin bi girseyî hatin bîranîn.

Li Goristana Karapinar a Semsûrê gorên gerîllayên PKK’ê û HPG’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Di pêşengiya  YAKAY-DER û BDP’ê de gelek kes beşdarî ziyaretê bûn. Girseyê piştî ku qerenfîl danî ser goran ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz girtin. Serokê YAKAY-DER Alî Gozubuyuk di axaftina xwe ya ziyaretê de got,  "Hevalên hêja. Hûn dizanin di cejnan de kêfxweşî tên jiyan. Em wek gelê Kurd gelekî deyndarê şehîdên xwe ne. Canê xwe yên ciwan di vê oxurê de dan. Em li hemberî bîranîna wan bi rêz û hurmet bejna xwe ditewînin. Em wan bi bîr tînin.”   

Li Rihayê jî gora Endamê Meclîsa Partiyê ya HADEP’ê  Muhsîn Çelîk ê di  2’ê Hezîranê sala 1994’an de hat qetilkirin ji aliyê malbat, Hevserokên Rêxistina Bajêr ên BDP’ê û gelek kesan ve hat ziyaretkirin. Di bîranîna ku bi deqiqeyek rêzgirtinê destpê kir Hevserokê Rêxistina Bajêr a  BDP’ê Halît Yildiztekîn, destnîşan kir ku di navbera salên 1990-94’an de li Rihayê bi dehan welatparêz hatin qetilkirin û kiryarên wan nehatin girtin. Yildiztekîn axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em wek Kurd dîsa li vir in û dîsa têkoşîna azadiyê didin.”

Li Îzmîrê jî gorên Selahettîn Adibellî yê di sala  2000’î de li Girtîgeha Nazîllî  jiyana xwe ji dest dabû, gerîlayê HPG’ê Vedat Seven ê di sala 2008’an de di şerekî li Çewlik’ê de jiyana xwe ji dest dabû Zekiye Alkan a ya li Amedê bedena xwe dabû ber êgir hatin ziyaretkirin. Rêveberên BDP’ê yên bajêr û navçeyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî beşdarî ziyaretkirinê bûn. Endamê YAKAY-DER Mehmet Çelîk, di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew tu carî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ji bîr nakin. Her wiha Endama YAKAY-DER Atiye Şahîn jî, di axaftina xwe de got ku ew bi saya şehîdan gihiştine wan rojan û wê timî li bîranîna wan xwedî derkevin.