‘Bi Kurdan re aştî pêk neyê li Tirkiye ti pirsgirêk ji kokê çareser nabin’

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sazaî Temellî diyar kir ku di warê aborî de pirsgirêkên cidî hene û destnîşan kir ku ji şer bigire heta enerjî, ji karsaziyê bigire heta hemû talanên rê li ber dewlemendiyê vedikin polîtîkaya bi zanabûn a AKP’ê ye.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî da xuyakirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên bingehîn ên aboriyê hene, bal kişand ser şer û anî ziman ku li welat gelek pirsgirêkên bingehîn hene, heta bi Kurdan re aştiyek pêk neyê wê neyên çareserkirin.

Destpêkê Temellî bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên li Tirkiye û got: “Li Tirkiyeyê di warê aborî de pirsgirêkên bingehîn hene. AKP di desthilata xwe ya 20 salî de ji bo çareserkirina van pirsgirêkên bingehîn gavek neavêt. Ev pirsgirêk ji nedîtî ve hat. Di demê dawî de di warê destekirina pîşesaziya şer de rêyek dişopîne. Bi vê re pirsgirêkên aboriyê jî mezin dibe.

Temellî diyar kir ku yek ji van pirsgirêkên bingehîn pirsgirêka dowîzê ye û got: “Tirkiye ti demê nebûye xwedî çavkaniyeke baş a dowîzê. Fanqeyên fînasê û dowîz rastiyên bingehîn ên sedemê van krîzan e. Piştî hatina ser desthilatê ya AKP’ê bi 15 sal şûnde welat kete nava krîzeke welê ku ji nav dernekeve. Siyaseta ku pirsgirêkên bingehîn çareser neke, ji derveyî krîzê we nikare bibe ti cihekê. Ji xwe wiha bûye. AKP ne tenê di warê îktisadî de, di warê civakî siyasî û pirsgirêkên bingehîn de ji bo çareseriyê ti gavek neavêtiye. “

Temellî bal kişand ser bûdceya şer a li dijî Kurdan tê bikaranîn û wiha pêde çû: “Êdî her kes vê bizane, hîs bike; bi Kurdan re aştî pêk neyê li Tirkiyeyê wê ti çareserî ji pirsgirêkên bingehîn re neyê peydakirin û çareserkirin. Piranî pirsgirêkên bingehîn ên îro ya Tirkiye ji ji hişmendiya desthilatê tê. Desthilat bi polîtîkayên ji salên 90’î girtî dixwaze bi pêş ve bibe, heta di vê de israr dike. Li şûna li gel Kurdan aştî bike, şer dike. Li dijî Kurdan şer û nefret, di roja me ya îro de bi polîtîkayên bi HDP’ê re alozî derxistin, zextê li gelê Kurd bike, tişta di bingehê vê de ya esas cih digire polîtîkayên şer in. Pêvajoya aştiyê firsendek bû ji bo aştiyê bi Kurdan re bê kirin. Rêyek bû ku Abdullah Ocalan diyar kiribû. Di vê pêvajoyê de ku mirov ji hêvî bû, lê bi pîlana çokdanînê, ji bo ketina ciheke mîna Kobanê kete nava hewldanan.”

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî wiha domand: “Di rastiya xwe de ji ber ku beşek mezin ê medyayê hem jî rêbazên bidestxistinê di destê wan de ne, gelek bûyeran ji gel diveşêrin; lê ya ku Pekcanê revandî dibe ku parçeyek biçûk jê be. Hema di vê bûyerê de belaş jî bide divê wezaret negire, li gorî rêbazên çanda polîtîkê. Mesele ne erzanî yan giranî ye belaş jî be divê neyê wergirtin. Îro maye ku bi temamî peywendiyên bazirganî yên serokwezîrtiyê, wezîran û heta gelek brukrata jî biqedînin. Li dijî vê em dibînin ku bi bazirganiyên mezin dibin, hem ji bi siyasetê kadroyên rêvebir pêktînin hem ji bazirganiyên mezin dikin. Ji xwe ev bi serê xwe jî çîroka ji rê derketinê ye. Ji ber ku tê wê wateyê hûn biryarê bi şêweyê zêdebûnê werdigrin. Ev parçeyek biçûk a ji dîtina vê bûyerê ye. Em dizanîn ku di tevahiya 20 salên desthilatê de ji rê derketinek mezin a dîrokî heye li welat û roj wê were ku wê derbikeve holê. 128 milyar dolar, rewşa herî sofîstîk a çîroka bêrêtiyê ye. Hemû kes daxuyaniyan dide derdorên desthilatê, xwediyên banka û pisporên fînansê weke teknîkê dibêjin wisa baş tînin ziman û derbas dikin; ez jî dibêjim ê ku minareyê bi dize kilifê xwe amade dike. Divê ku temaşeyî nava minarê bê kirin. Pirsa ‘128 milyar dolar kanê?’ pirsek pir rast e û ev weke HDP destpêkê me pirs kir. Niha partiyên din jî dipirsin û ji xwe tiştek pir baş dikin.

Bandorên xirabkirinê hîn nû destpê kir û wê hîn zêdetir jî were. Zihniyeta li pişta van hemûyan ji li hev hatina wateya desthilata AKP’ê tê. Xerçkirina pereyan ji bo şer, enerjî, sektorên avadaniyê û siyasta ku em dibêjin ji bê mafiyê zengîn dibe, ji têkçûna rezervan e.

Divê ku em bêjîn ev desthilat ji aboriyê fam nake. Di serî de Erdogan dibêje, faîz bikeve wê enflasyon jî bikeve. Ev tevlîheviya serî yan jî nêzîkatî bi serê xwe pirsgirêk e. Îro dibêjin firmayên enerjî yan avadaniyê ji çavkaniyên xweser danezan nekirin e. Van hem di nava welat de hem ji derveyî welat ji bankayan kredî stendin wisa ev danezan kirin û li her du aliyan jî deynê wan hene. Hem jî bi piştgermiya Xezîneyê. Yanî ev tê wateya ku ev firma deynên xwe nikarin bidin dema bixisirin wê Xezîne bide. Yanî ji bo ku ev bankanyên di nava welat de krîzek a bankayê nejîn û ji bo ku bankayên ji derve jî li derî nexin 128 milyar dolar hate xerçkirin. Bi şêweyekê ji bo rê li ber hewldanên li krîza aborî ya banka û finansa girtinê xerçkirina bi ehmeqî ya 128 milyar dolar e.

Sektorên enerjiyê ewqas zêde hatine teşwîkkirin ku ne ji bo pêwîstiyên enerjiya welat pêşwazî bike ye. Ev projeyeke ji bo zengînbûna firmayên enerjiyê ne. Li gorî hejmaran tê dîtin ku ji xwe li Tirkiyê kêmaniya enerjiyê nîne heta bi zêdehî jî hene. Ji ber ku niha piraniya santralan di kapasîteya herî jor de ne.

Krîza ku îro tê jiyîn ji krîzên salên 2001 û 94 derbas kirin e. Krîza 2001’ê gehişte zirveyê û dawiyê hate vemirandin. Lê krîza ku em îro heyî krîzeke ku diherike û zeliqî ye. Krîz li vir her tim diçe zirveyê û her ku diçe zêde dibe. Lê gel jî hem ji ber şewbê teng bûne û hem jî ya herî girîng ji ber rejîma otorîter. Tirkiye ya ku berê bi kêmasî jî be demokrasiyek hebû, ni bûye welatek ku li wê jî bigere. Li vî welatî yekane mûxalefet hem têkoşîna gelê Kurd û hem ya HDP’ê ye.