Bi îfadeyên derew 6 sal cezayê girtîgehê li Dengîz birîn

Li gel ku îfadeyên ne rast ên Hîcra Berna Ayverdî hatin belgekirin jî, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li li rêveberê berê yê HDP’ê Ramazan Dengîz birîn.

Derbarê Rêveberê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Ramazan Dengîz de bi hinceta îfadeya Hîcran Berna Ayverdî ku li dijî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mîzrakli û nêzî 800 kesan îfade dabû, doz hatibû vekirin. Bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê  li Ramazan Dengiz hate birîn.

Di çarçoveya îfadeyên Ayverdî de ku îdia kiribû Dengîz di Komîsyona Edaletê ya KCK’ê de cih digre doz hatubû vekirin. Danîşîna Dezgîn li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. 

Parêzerê Dengîz Yakûp Demîr destnîşan kir ku miwekilê wî siyasetmedare û diyar kir, belgeyên ku hatine nîşan dide û îfadeyên Ayverdî rastiyê nîşan nade û her wiha îfadeyên şahidên nepen jî ji îfadeyên razber pêk tên.

Dadgehê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê  li Ramazan Dengiz birî.