Bi 'îddîaya ‘heqareta li serokkomar’ doz li Ferhat Tûnç hate vekirin

Derbarê hunermend Ferhat Tûnç bi sûcdariya ‘heqaret li serokkomar’ kiriye doz hate vekirin. Tûnç got ku, “Heke serokkomar şaşî kiribe, mafê min heye ku ez rexne bikim.”

Derbarê Ferhat Tûnç, bi sedema parvekirinên wî yên li ser twîtterê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê îddîanameyeke nû hate amadekirin. Di îddînameyê de Tûnc ji ber ‘heqareta li serokkomar’ tê sûcdarkirin.

TÛNÇ: EM DI SERDEMEKE TARÎ DE NE

Ferhat Tûnç ji ANF’ê re axivî û got ku “Ji parêzerê xwe ez hîn bûm ku derbarê min du dozên nû vebûne. Ji ber twîtên min ên sala 2016’an bi îddîaya ku min heqaret li serokkomar kiriye, doz li min hatiye vekirin. Li vî welatî yê ku şaşî kiriye, heke serokkomar be jî mafê min ê rexnekirinê heye. Lê mixabin em a niha di serdemeke tarî de ne. Tehamula wan ji rexneyeke biçûk re jî tune. Wan ez kirime hedef. Saziyên darizandinê ji bo bêdengkirin û teslîmgirtintê tê bikaranîn.”