Bi hinceta çalakiya li Bûrsayê 6 kes hatin girtin

Piştî çalakiya li Bûrsayê 6 kes hatin girtin. Li Colemêrgê jî kesek hat binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên kirin, dewam dikin. Bi bahaneya çalakiya TAK'ê ya li Bûrsayê, 6 kes hatin girtin. Li Colemêrgê jî kesek hat binçavkirin.

BÛRSA

Li Bûrsayê, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî çalakiya 28'ê Nîsanê, 8 jê jin 17 kesên li Bûrsa, Stenbol, Afyon, Ûşak û Îzmîrê hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Bûrsayê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçaviyan 6 kes hatin girtin.

COLEMÊRG

Li navçeya Colemêrg Geverê, di kontrola li ser rê ya li pêşiya Qereqola Jendermeyan a Yenîkopru de, ku 35 kîlometre dûrî navçeyê ye, kesek ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Kesê ku nasnameya wî nehat hînbûn, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat binçavkirin, lê nayê zanîn ew birine ku derê.