Bi hezaran qedexeya Elmanya û biryara DYA şermezar kirin
Li Berlînê bi hezaran kesên ku qedexeya Elmanya û biryara DYA protesto kirin, xwedî li PKK’ê derketin.
Li Berlînê bi hezaran kesên ku qedexeya Elmanya û biryara DYA protesto kirin, xwedî li PKK’ê derketin.
Bi banga ji 70'yî zêdetir saziyên civaka sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafê mirovan li Berlînê bi hezarn kes li dijî qedeya li ser PKK'ê, li paytexta Elmanya Berlînê li Qada Aalexanderplatzê kom bûn. Meş bi dirûşma ‘Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin, li dijî yasaya Polîsan, qedexeya li ser PKK'ê û nîjatperestiyê têkoşîna hevpar' tê kirin.
Li gel Kurdistaniyan gelê Elmanjî eleqeyek mezin nîşanî meşê da, qedexeya dewleta Elman ya li ser PKK’ê, siyaseta krîmînalîzekirina li dijî Gelê Kurd tê domandin û yasayên nîjantperes û polîsan protesto dikin.
Meşa ku ber bi avahiya Roteshaûs a avahiya şaredariyê ya herî mezin a Berlînê ve kete tevgerê, Bi pankarta ‘PKK aîdê Elmanyayê’ ye ku sala 2014’an rojnameya Taz weke manşet bikar anîbû dest bi meşê hate kirin. Xwepêşandana ku ji bo bal bikişînin ser qedexeya dewleta Elman a li ser Tevgera Azadiya Kurd hate kirin, dowîzên bi nivîsên ‘PKK tevgerek e’, ‘PKK tevgereke ya jinê ye’ û ‘PKK antî-faşîzt e’ bilindkirin.
LI DIJÎ BIRYARA DYA NERAZÎBÛN
Her wiha di xwepêşandanê de çalakvnana nerazîbûn nîşanî biryara DYA ya li dijî sê pêşengên tevgera azadiya Kurd jî hatibû girtin da. Ji bo di meşê de dowîzên ‘Em hemû Cemîl Bayik in’, ‘Em hemû Mûrat Karayilan in’ û ‘Em hemû Dûran Kalkan in’ hildabûn.
Tevî qedexeya Rêveberiya Eyaleta Berlînê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala borî derxistibû jî çalakvanan bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.
ELMANÎ: SPASIYA PKK’Ê DIKIN
Di meşê de Elmanan jî dowîsên bi nivîsên ‘Ji bo ku em ji DAÎŞ’ê rizgarkirin, spasiya PKK, YPJ û YPG’ê dikin’ hildabûn. Maşa ku bi wêne, dowîz û pankartên cihê hatibûn bilindkirin bireng û dengê xwe coş dewam dike. Meş berêvarkî li meydana ''Spreewaldplatz'' ya Kreûzbergê wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.