Bi hezaran li Parîsê diçin sersaxiyê: Sûîqest li dijî Ocalan hat kirin

Bi hezaran li Parîsê diçin sersaxiyê: Sûîqest li dijî Ocalan hat kirin

Bi hezaran kes diçin sersaxiya 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ên ku li Parîsê hatin qetilkirin. Sersaxî li komeleya kurdan hate danîn. Hevserokê Giştî yê BDP’Ê Selahattîn Demîrtaş ji girseyê re axivî û got: “Sûîqest li hebmerî Birêz Ocalan pêk hatiye” Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak jî diyar kir ku gumanbarê yekemîn ê vê komkujiyê hukûmeta AKP’ê ye.

Roja 9’ê Çileyê li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Ji bo her sê jinan îro li Akademiya çandê ya Kurdan sersaxî hate danîn. Bi hezaran kes hatin sersaxiyê û ji ber zêdebûna girseyê rê li trafîkê hate girtin.

Her wiha kesên tên sersaxiyê kulîlkan li ber Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê dideynin û bi vî awayî her sê jinên Kurd bi bîr tînin.

Di nava kesên hatin sersaxiyê de Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî hebûn. Her wiha, tevî malbat û xizmên her sê jinan, Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar û nunerên gelên Mezopotamyayê jî li cihê sersaxiyê amade ne.

Wêneyên Cansiz, Fîdan û Şaylemez li ser paçeke reş hatine danîn û hundir jî posterên her sê jinan di nava kulîlkan de hatine xemilandin.

Bi hezaran kesên ku hatin sersaxiyê posterên her sê jinên Kurd hilgirtin û dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Tohildan” qêriyan. Girseyê tevî Hozan Şemdîn û Comerd sîrûda “Çerxa Şoreşê” gotin. Piştre hevserokên Giştî yên BDP’ê axivîn.

KÎ KURDN DIÇEWISÎNIN WAN KOMKUJÎ KIRIYE

Demîrtaş pêşî axivî got: “Mirov tu carî ewqas bi namerdî êrîşê şoreşgeran nake. Ev înfaza bi vî rengî nîşan dide ka mêntîngerên Kurdistan û gelê Kurd çiqas namerd û pûç in.”

Demîrtaş got: “Pêwîstî bi teoriyên komployan tune” û wiha domand: “Kî Kurd û Kurdistanê diçewisîne wana vê komkujiyê kirine. Kî dixwaze Kurdan dîl bigire wan vê êrîşê pêk aniye.”

BÊ HAYA ÎSTÎXBARATA FRANSÎ ÇÊNABE

Demîrtaş got: “Ger hukûmeta Fransî naxwaze bibe hevparê vê komkujiyê, em dixwazin ji jidliya wana bawer bikin, ji ber wê jî divê bê dudilî vê komkujiyê ronî bikin”. Demîrtaş da zanîn ku bûyereke wiha bê haya îstîxbarata Franseyê çênabe.

Demîrtaş destnîşan kir ku ev bûyer ne bûyreke kiryar ne diyar e û wiha bang li girseyê kir: “Yên ku dê bikarin vê dosyayê çareser bikin hûn in” û bêyi ku nav bide îşaret bi dozgerê dijî terorê yê Fransî Thierry Fragnoli kir û got “ew nikare çareser bike.”

EV SÛÎQEST LI DIJÎ OLCAN HATE KIRIN.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Demîrtaş got: “Ev êrîş yekser li hemberî Birêz Ocalan hatiye kirin” û dawî li axaftina xwe anîn.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî got: “Hêza tu kesê tune ye ku wan bikujin” û wiha domand: “Em soz didin ku dê gelê Kurd, jina Kurd azad bibe.”

Kişanak ragihand: “Hedefa vê sûîqestê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e” û wiha domand: “Ev cinayet heta neyê ronîkirin, gumanbarê yekemîn hukûmeta AKP’ê ye, ya duwemîn jî Franse ye.”

BILA FRANSE DEYNÊ XWE BIDE

Kişanak ji Franseyê daxwaza lêpirsînek rast û ciddî kir û diyar kir ku heta cinayet neyê ronîkirin Franse deyndarê Kurdan e û got: “Bila Franse vê deynê xwe bide.”

Şaredarê Sarcelles ê ji Partiya Sosyalîst François Pupponi daxuyaniyek da û diyar kir ku ev komkujî ne tesaduf e û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.

Li er navê Tevgera Jina Kurd Zelal Amed axaftinek kir û diyar kir ku êrîş li hemberî hemû jinên berxwedêr û gelê berxwedêr pêk hatiye û got: “Sekna wan sekna me ye.”

Şandeya Asurî Keldanî jî peyamek da û got: “Em vê êrîşa namerdane bi hêrseke mezin şeremzar dikin” û da zanîn ku ji bo Kurdan windahiyeke mezin bû. Şandeyê destnîşan kir ku vana ji bo gelên Mezopotamyayê têkoşiyan û gotin: “Ji ber vê jî ji bo me windahiyeke mezin e.”

CENAZE ŞANDIN MORGÊ

Cenazeyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez îro ji Saziya Tiba Edlî birine morgê. Malbatan ji bo girtina cenazeyan serlêdan kir.

MEŞA MEZIN ŞEMIYÊ YE

Roja şemiyêdê meşek mezin li Gare de l’Est a ku nêzî cihê bûyerê ye bê lidarxistin. Hevserokên BDP’ê, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk û Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî dê tevlî meşê bibin. Hate zaîn ku dê nunerên partiya Komunîst a Franse û çepgirên Tirkiyeyî jî tevlî meşê bibin.