Bi hezaran kesî komkujiya Gaziyê şermezar kir
Bi hezaran kesî komkujiya Gaziyê şermezar kir
Bi hezaran kesî komkujiya Gaziyê şermezar kir
Bi hezaran kesan 18'emîn salvegera komkujiya Gaziyê ya 17 kes hatibûn qetilkirin bi merasimekê bibîr anîn. Bi hezaran kesên ku tevlî merasibê bûn, xwestin kujer bên darizandin. Malbatênn Roboskiyê jî diyar kirin ku, ger komkujiyên berê hatibûna ronîkirin dê Roboskiyên nû pêk nehatiban.
18 sal berê di 12'ê Adara 1995'an de li taxa Gaziyê 17 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Bi hezaran kesan komkujiya Gaziyê bi çalakiyekê şermezar kir. Li taxa Gaziyê bi hezaran kes li hev kom bûn û 17 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bibîr anîn. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li ber qereqola berê ya Gaziyê li hev kom bûn û çalakî pek anîn.
Di çalakiyê li gel endamên HDK'ê yên Stenbolê endam û rêveberên BDP, ESP, EMEP, DHF, Mala gel, TKP, ODP, Yekîtiya Penaberan, Komeleya Elewiyên Azad û Demokratik, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal û nûnrên gelek saziyên sivîl ên civakî amada bûn. Girse di kolana Îsmet Paşa re heta Cemxaneyê û ji vir heta Goristana Gazî meşiyan. Esnafên taxê jî dikanên xwe girtin. Girsê di eşê de wêneyên 17 kesên girtin. "Ji Gazî heta Roboskiyê kujer dewlete", "Komkujya Gazî ji bîr neke û komkujiyên Dêrsim, Gurgum, Koçgirî jî nayên ji bîrkirin.", "Berpirsiyarê Roboskî û Gazî jî dewlet e" "Zulfîkar li çiyê ye di destê gerilla de ye", "Şehîdê şoreşê nemir in" û "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin", "Dewleta qatil dê hesab bidne" berz kir. Di meşê de wêneyên 3 jinên kurd hatin rakirin.
‘GER HESABÊ GAZÎ Û SÊWASÊ HATIBA PIRSÎN ROBOSKÎ PÊK NEDIHAT'
Di meşê de xizmên Faruk Encu ku di komkujiya Roboskiyê de xizmên xwe winda kirin bertek nîşanî komkujiyê dan û diyar kirin ku, ger hesab ji berpirsiyarên komkujiya Gazî û Sêwasê hatiban pirsîn dê komkjiya Roboskiyê pêk nehatiba. Encu anî ziman ku, ew îro jî li pit gelê Gaziyê ne û xwest bi lezgîn berpirsiyarê komkujiyê bê dîtin û ronîkirin."
Endamê Meclisa HDK'e yê Sultan Gaziyê Mustafa Gursoy diyar kir ku, 18 sal berê li Gaziye komkujî pêik hat û hêj hesab nehatiye pirsîn. Gursoy anî ziman ku, di sala 95'an de gelek komkuji pêk hatin û wiha got: "Komkujiya 1'ê Gulana 77'an, Fatsa, Çorum, Mereş, Sêwas û herî dawî Qileban û Parîsê komkujiyê ji aliyê dewletê ve pêk hatine. Operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin. Polîtîkayên li dijî gelê Kurd û elewiyan pêk tên berdewam dikin. Gursoy bang li her kesî kir û xwest, her kes hesabê ji vê komkujiyê bipirse û komkujî ronî bibe.