Bi hezaran kesan bal kişandin ser qetlîama li Efrînê

Li Ewrûpayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

Li bajarê Elmanyayê yê Dûîsbûrgê çalakî bênavber didomin. Di çarçoveya çalakiyan de yên ku Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel pêşêngiya wê dikin, di destê sibehê de çalakvan çûn serdana saziyên civakî yên sîvîl, partiyên siyasî, çapemeniyên herêmî û dêran. Di van serdanan de têkildarî qetlîama dewleta Tirk a li Efrînê dosye hatin pêşkêşkirin.

Girse êvarî li pêşiya Dûîsbûrg HBF’ê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin û êrîşên li dijî Efrînê protesto kirin.

BREMEN

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê girseyê li pêşiya kampusa ku tankên Leopard û wesayîtên din ên şer tên hilberandin, çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Çalakvan piştre bi rayedaran re civiyan û dosyeya li ser hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê dan rayedaran.

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê li lengergeha ku peykera Keça Deryayê lê ye, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de alaya YPJ’ê bi peyker ve hate kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî protesto didomin.

Çalakvan li Qada Vîeûx-Portê hatin ba hev alayên YPG, YPJ û wêneyên sîvîlan hildan ên ku hatine qetilkirin.

Di çalakiyê de bi Fransî, Îngîlîzî û Kurdî pankartên ‘Erdoganê qatîl’ hate vekirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Efrînê hate protestokirin. Çalakî li pêşiya Ûnîcefê pêk hat û di çalakiyê de Komîteya Karê Derve ya Konseya Kurd a Demokratîk ya Fransa dosyayekî têkildarî qetilkirina zarokan radestî berpirsan kir.

Dîrektorê Ûnîcef yê Fransa Sebastîen Lyon bi çalakgeran re civiya. Lyon di hevdîtinê de diyar kir ku belge û dîmenên qetilkirina zarokan a di êrîşên li ser Efrînê de hene. Lyon diyar kir ku wê rojên pêş têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin.

Di çalakiyê de pankartên li ser nivîsa ‘Tirkiye li Efrînê zarokan dikuje’ û ‘Zarokên Efrînê ne bi tenê ye’ hate hildan. Li aliyê din bê navber dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ hate berzkirin.

RENNES

Kurdistanî û dostên wan yên li bajêr Rennes ê Fransayê li hev civiyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê protesto kirin. Gel li pêşiya avahiya Walitiya Renensê  kom bûn, çalakiya rûniştinê û mîtîng lidarxist.

Dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Efrîn wê ji faşîzmê re bibe goristan’ û ‘Bijî YPG/YPJ’ hatin berzkirin.

VIYANA

Navnîşana çalakiya li paytexta Avûstûrya Vîyanayê jî pêşiya Ûnîcefê Bû. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê hate şermezarkirin û çalakî ji bo zarokên hatine qetilkirin hate lidarxistin.

Gel di bin pêşengtiya Meclîsa Jinan a Avestayê de li hev civiyan û pankarta ku wêneyên zarokên li Efrînê şehîd bûne, hildan.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûryayê jî êrîşên li ser Efrînê li pêşiya HBF bi mîtîngekê hate protestokirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Kujerê Zarokan, Erdogan’ , ‘dawî li dagirkeriyê were’ û axaftin hate kirin.

OSLO

Li paytexta Norweçê Osloyê jî Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Konsolosxaneya Rûsyayê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Erdogan û DAIŞ hevkar in, Rûsya piştgiriyê nede komkujiyên li Efrînê’ hate berzkirin.

Gel wêneyên sivîlên ku jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar hildan û dirûşmeyên ‘Bijî YPG’ , ‘Bijî YPJ’ berz kirin.

Li Osloyê roja 1’ê Sibatê li pêşiya Parlamentoya Norweçê ji bo piştevaniya Efrînê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk wê kon were vedan . Roja 3’ê Sibatê jî çalakiyekî girseyî wê bê lidarxistin.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî bi armanca protesokirina êrîşên dewleta Tirk a dagiker li qada Academîayê çalakiya rûniştinê pêk hat.

Îro piştî nîvro li Qada Academiya girseya gel çalakiya rûniştinê lidarxistin, di çalakiyê de dovîz û pankartên ku wêneyên zarok û sivîlên ku li EfrÎnê jiyana xwe ji dest dane,hate hildan.