Bi hezaran kes li ser rêya Kobanê ne

Bi hezaran kes li ser rêya Kobanê ne

Ji bo berxwedana gelê Kobanê bê bihêzkirin welatiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bi şev heta serê sibehê herikin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Li hin bajaren jî çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin.

Bi armanca xurtkirina berxwedana Kobanê ya ku di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ye piştî fermana ji Navenda Giştî ya DBP’ê ji rêxistinên bajar û navçeyan re hate şandin di serî de ji bajarê Kurdistanê li gelek bajarên Tirkiyeyê ber bi sînor herikîna gel didome. Gel bi otobus û wesayîtên taybet diçîn sînor û piştgiriyê didin gelê Kobanê.

Ji Sêrtê gelek welatî ji bo piştgiriya gelê Kobanê yên di bin êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ne berê xwe dan Pirsûsa li sînorê Kobanê ye.

Rêveberên DBP û HDP’ê yên navçe û bajaran, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan, hevşaredanên navçe û bajaran, endamên meclîsên şaredariyan, ÎHD jî di nav de gelek welatî îro serê sibehê ji bo piştgiriya gelê Kobanê berê xwe dan sînorê Kobanê.

Ji navçeya Sîlopiya Şirnexê jî ji bo pêşîlêgirtina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê gelek welatiyan berê xwe dan Pirsûsê. Serê sibehê gelek gelek welatî li ber avahiya DBP’ê kom bûn bi otobusan ber bi Pirsûsê derketin rê. Ji bilî otobusan hin welatî jî bi derfetên xwe ber bi Sîlopiyê derketin rê.

ENDAMÊN YDG-H Û YDGK-H LI AMEDÊ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Komek endamên YDG-H û YDGK-H’ê li Amedê êrêşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê û morkirina dibistanên Kurdî şermezar kirin. Ciwanên ku li ser Cadeya Turîstîk a Taxa Lalebey a navçeya Sûrê bi tîşortên YDG-H nivîsandiye li xwe kiribûn dirûşmayên “Tirsa TC’ê artêşa YDG-H”, ''Bijî Serok Apo'', ''Bijî berxwedana YPG'' û "Şehîd namirin'' berz kirin.

Endamên YDG-H û YDGK-H’ê bombeyên dengê avêtin Lîseya Melîk Ahmet, Dİbistana Seretayî ya Tevfîk Fîkret û Dibistana Seretayî ya Îsmet Paşa. Ciwanan piştre Cadeya turîstîk ji trafîkê re girtin. Polîsên ku hatin cihê çalakiyê bi TOMA, wesayîtên bi zirxî, guleyên plastîk, ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, bombeyên dengê, molotofon û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Çalakî li gelek taxan belav bû.

Çalakiya ku heta saetên dereng ên şevê berdewam kir li taxa Fatîh Paşayê piştî ku ciwan li kolanan belav bû, çalakî jî bi dawî bû.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HÊRSA MEZIN

Li Sêrtê jî ciwanan duh êvarî bi çalakiyan êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê şermezar kirin. Ciwanên ku li Taxa Conkbayirê hatin ba hev li ser rê agir pêxistin û dirûşmayên “Bijî berxwedana YPG, YPJ" û "Biji berxwedana Kobanê' berz kirin.

Piştî çalakiya ciwanan destpê kir polîs hatin cihê çalakiyê û bi TOMA’yan êrîşî ciwanan kiri. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, keviran bersiv dan polîsan. Bûyeran demeke dirêj berdewam kir û piştre bi dawî bû.