Bi hezaran kes li Goteborgê ji bo Efrînê meşiyan

Li bajarê Goteborg ê li başûrê rojava yê Swêdê, bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan û dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakî li ser banga "Platforma Efrînê" pêk hat û tevî rêxistina ciwanan a Partiya Karker a Sosyal Demokrat SSU û Partiya Çep, nûnerên komeleyên penaberan ên Asûrî-Suryanî, Iraq, Îran, Latîn Amerîka û Elewî, rêxistinên pêşverû û sosyalîst tevlî bûn.

Girseya gel li meydana Gûstaf Adolfê li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime", "Kujer Erdogan, durû Rûsya", "Destên xwe yên bi xwîn ji Efrînê vekişînin", "YPG gel, gel em in", "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPG/YPJ" dest bi meşê kir.

Li dû meşê li meydana Jarntorgetê mîtîngek hate lidarxistin û bi navê "Platforma Efrînê" Hevserokê NCDK'ê Abdullah Devecî axivî. Devecî Rûsya ku rê li ber êrîşa li ser Efrînê vekir û DYA û welatên rojavayî yên ku li êrîşan temaşe dikin, şermerzar kir û got, "Yên ku bazareke qirêj li ser Kurdan dikin, tenê dikarin xwe û ruhê xwe bifiroşin."

Seroka SSU Hann Andersson jî anî ziman ku dewleta Tirk bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re jin û zarokan, sivîlan dikuje û bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşên xwe rawestîne.

Ji Partiya Çep Adrîana Arîel jî Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom dewleta Tirk sûcdar kir ku li pêşberî êrîşan bêdeng e û ji Swêd û Yekîtiya Ewropayê xwest ku dev ji polîtîkayên xwe yên durû berdin û li cem Kurdan cih bigirin.

Gazî Firat Batman ê li nava refên YPG'ê birîndar bû li vir axivî û destnîşan kir ku gelê Efrînê yê bi ruhê Kobanê li ber xwe dide wê bi ser bikeve. Batman bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku heta serketinê dakevin qadan.