Bi hezaran kes li dijî qedexeya li ser PKK'ê û nîjatperestiyê civiya!

Bi banga ji 70'yî zêdetir saziyên civaka sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafê mirovan li Berlînê bi hezarn kes li dijî qedeya li ser PKK'ê, nîjatperestiyê û yasaya polîsan, ji bo meşa girseyî civiyan.

Hem ji bo qedexeya li ser PKK'ê ku ev 25 sal in didome, ji bo siyasta krîmînalîzekirin û qedexeyê ya dewleta Elman a li ser Kurdan şermezar bikin, hem ji bo balê bikişînin ser nîjatperestiya ku li welêt zêde dibe û li dijî yasa ya polîsan ku hikûmeta federal dixwaze bîne, bi hezaran kes sibehê ber bi paytext Berlînê ve çûn.

Ji hemû eyaletên Elmanyayê û ji gelek bajaran, di serî de Kurdsitanî û Elman bi hezaran kes li meydana ''Alexanderplatz''ê, li cihê ku , “Rathausstraße” û  “Spandauer Straße'' digihije hev, ji bo dest bi meşê bikin radiwestin.

Girseya ku li meydanê civiyayî li ber muzîkê govendê digerînin, bi axaftinan polîtîkayên rastgir ên dewleta Elman û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re tê şermezarkirin. Li meydanê pankarta bi navê ''Bijî têkoşîna dijî faşîzmê'' û ''Bijî hevgirtina enternasyonal'' hatiye avakirin û gelek kes ber bi meydanê ve tên.

NAV-DEM jî destek dide çalakiyê, meş û mîtîng bi banga gelek saziyên civaka sivîl, zanyar, akademîsyen, hiqûqnas, parlamenter, nûçegihan û parêzvanên mafê mirovan pêk tê.

Meşa ku endamên partiyên siyasî, nûnerên sendîkayê, femînîst û komên çepgir ên cuda destekê didinê bi navê ''Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin, li dijî yasaya Polîsan, qedexeya li ser PKK'ê û nîjatperestiyê têkoşîna hevpar'' tê kirin. Meş saet 13.230'an wê dest pê bike û tê payin wê rengîn be. Meş berêvarkî li meydana ''Spreewaldplatz'' ya Kreûzbergê wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.