Bi hezaran kes bi daxwaza azadiya Ocalan meşiyan
Di 19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên komploger; bi xwepêşandanên li Elmanya, Fransa, Avûtûrya, Danîmarka û gelek welatan hatin protestokirin.
Di 19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên komploger; bi xwepêşandanên li Elmanya, Fransa, Avûtûrya, Danîmarka û gelek welatan hatin protestokirin.
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ev 19 sal in li Gireva Îmraliyê û 2 sal in ti agahî jê nayê girtin, li gelek welatên cîhanê bi meş û xwepêşandanan hatin protestokirin. Bi vê armancaê li bajêr Dusseldorf, Berlîn, Bremen, Karssel, Saarbrucken ê Elmanya, paytext Parîs, li paytext Viyana ya Avûstûrya, paytext Kopenhag a Danîmarkayê bi xwepêşandanan komploya li ser Ocalan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya wî hate kirin.
Bi hezaran kesên ku tevlî xwepêşandanên ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ve hate organîzekirin, li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên komploya navneteweyî şermezar dikin hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
‘LI ELMANYAYÊ BI HEZARAN KES JI BO AZADIYA OCALAN DAKETIN KOLANAN’
DUSSELDORF
Yek ji cihê xwepêşandana herî mezin Elmaya, li paytext Dusseldorf a eyaleta NRW’ê pêk hat. Kurdên kul i pêşiya stasyona trenê kom bûn, nêzî saetekê li nava bajêr meşiyan. Di meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên mezin pankarên ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û daxwaza azadiya wî dikin hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava” û “Ji Ocalan re azadî” hatin qîrkirin.
Di xwepêşandan protestoyê de li ser navê TJK-E Yildiz Fîlmcî axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî komploya 15’ê Sibata 1999’an û şûnde li Gireva Îmraliyê tê ragirtin û herî dawî ev 2 sal in ti agahî jê nayê girtin. Fîlmcî wiha got: “Weke jinên Kurd bi giştî gel bi fikar in. Em dixwazin ji Rêber Apo agahî bigirin. Têkildarî mijarê bi dehan car me serlêdan ji bo CPT’ê kir. Divê xwedî li erkên xwe derbikeve, lê heta niha ti daxwazên me nehatine cih. Rêber Apo vîna me ye.
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî destnîşan kir ku di 19’emîn salvegera komploya navneteweyî de li gelek navanda Kurd şermezar dikin û got: “Em komplogeran şermezar dikin. Daxwaza azadiya Ocalan dikin.Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan jî komploya li ser Ocalan şermezar kir.
Şafak Îldan a li ser navê AGÎF’ê axivî jî diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî rejîma Qesrê û Erdogan di nava berxwedaneke mezin de ye, ramanên Ocalan îro rêbertiyê ji Rojhilata Navîn re dike.
BERLÎN
Di meşa li paytext Berlîn a Elmanyayê de jî Meclîsa Jinan a DEST-DAN pêşengtî kir.Meşa ku ji Hermanplatzê destpê kirî li Oranîenplazê bi dawî bû. Di meşa posterên Ocalan û pankartên daxwaza azadiya Ocalan tîne ziman hate hilgirtin de, tecrîd hate şermezarkirin, dirûşmim hatin qîrkirin. Gelek derdor jî tevlî meşê bûn û piştgirî dan.
BREMEN
Bi senda kesên li Hambûrg, Kîel û derdorî wê dijîn li bajarê Bremenê kom bûn, xwepêşandanek lidar xistin. Navnîşana xwepêşandana li vir pêşiya stasyona ternê bû.
Kurdên ku bi posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd dest bi meşê kirin, piştî ku demekê li navenda bajêr meşiyan û şûnde çûn pêşiya avahiya Parlementoya Eyaletê, li vir mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmrez axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye û got: “Ev 19 sal in li ser pêkanînên êşkence û tecrîdê li ser Ocalan tên kirin. CPT bêdeng e. Elmaya û YE’yê ji ber berjewendiyên xwe li hemberî pêkanînên li ser Kurdan bêdeng in. Li gel AKP’ê û dewleta Tirk bazarê dikin. Em li dijî hiqûqa YE’yê.
KASSEL
Kurdistaniyên li Kassel û derdorî wê dijîn, ji bo komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan protesto bikin li navenda bajarê Kasselê xwepêşandanak lidar xistin. Bi sedan Kurdên li pêşiya Zanîngeha Kasselê kom bûn, wêneyên mezin ên Ocalan vekirin, dest bi meşê kirin. Li nava bajêr geriya, li Konîgsplatz mîtîngek hate lidarxisitn. Di xwepêşandana têde dirûşim hatin qîrikirin de, pankartên ku komployê şermezar dikin hatin vekirin û belavok hatin belavkirin. Xwepêşandan piştî axaftinên hatin kirin û şûnde bi dawî bû
SAARBRUCKEN
Kurdên li Saarbrucken dijîn jî bi armanca protestokirina komploya li ser Ocalan li pêşiya Eûropa Galerî kom bûn, meşek lidar xistin. Di meşa rêjeya jinan têde zêde, dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrikirin, komplo hate şermezarkirin. Piştî meşê û şûnde li St. Johannner Markt mîtîngek hate lidarxistin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbrucken Orûç Dapar li vir axivî diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dijminahiyê dike. Dapar destnîşan kir ku Ocalan ji bo aştiya Kurdistna, Tirkiye û Rojhilata Navîn şanseke mezin e.
HANNOVER
Kurdên li Hannoverê jî tevî astengiya polîsên Elman a ji bo posterê Ocalan jî meşiyan. Piştî meşa li navenda bajêr û şûnde mîtîngek hate lidarxistin. Xwepêşanderên ku helwesta polîsên Elman şermezar kirin, di axaftinên li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî hate kirin de ev tişt hatin gotin: “Em vê komploya li hember Rêbertiya xwe bi tundî şermezar dikin. Heta ku em sax bin wêneyên Rêbertiya me nayên qedexekirin. Jiyanek bê Rêbertî heram e. Azadiya wî azadiya me ye. Îro bi ramanê Ocalan zarokên Ereban ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin.
Hevserokê NCKD Ciwan Çewlig jî rexne li nêzîkatiyên dewletên Ewropa da û daxwaza azadiya Ocalan kir. Berdevkê Federasyona Êzidiyan Yilmaz Kaba jî rexne li nêzîkatiyên polîsên Elman kir û diyar kir ku ev pêkanîn dikeve xizmeta dewleta Tirk û Erdogan de.
DIVÊ XWEDÎ LI OCALAN BÊ DERKETIN
VIYANA
Li paytext Viyana ya Avûstûryayê di xwepêşandanan de komploya navneteweyî ya li hember Ocalan hate protestokirin. Kurdên ku li pêşiya avahiya Operayê kombûn, bi posterên Ocalan û pankartên komployê şemezar dikin, ber bi Sefaretxaneya Tirk ve meşiyan.
Di meşa têde dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hatin qîrkirin de, çûn pêşiya Sefaretxaneya Tirk. Siyasetmedarê Kurd Cuma Tak ê li vir axivî, komplo şemezar kir, wiha got: “Komploya hêzên mêtînger ên navneweyî di serî de bi berxwedana Rêber Apo ya li Gireva Îmralî û berxwedana Gelê Kurd hate valaderxisin. Tevgera azadiyê ya ku xwestin tine bikin her roja çû mezin bû.
‘DIVÊ CPT Û SAZIYÊN MÎNA WÊ BIKEVIN TEVGERÊ’
KOPENHAG
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê jî komploya li hember Ocalan bi xwepêşandanekê hate protestokirin. Çalakiya di pêeşngtiya Meclîsa Jinan a Sêvê Demîr de pêk hat bi sirûda “Hebûna Rêbertî xwebûna me ye, bê Serok jiyan nabe” li Îsrael Pladsê pêk hat. Li vir xwepêşanderan heta Kûlvtorê meşiyan û mîtîngek lidar xistin. Li vir Serdar Benlî li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst axivî. Benlî behsa girîngiya têkoşîna Kurdan a li Rojhilata Navîn kir, diyar kir ku divê xwedî li vê têkoşînê bê derketin. Di belavoka li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê hate xwendin de jî komploya li ser Ocalan hate şermezarkirin, daxwaz kir ku CPT û saziyên mîna wê bikevin tevgerê.
PARÎS
Li paytext Parîs a Fransayê di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) çalakiyek hate kirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Gar de Lestê kom bûn. Bi pankarta “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisanê re aştî” dest bi meşê kirin. Di tevahî meşê de ji bo azadiya Ocalan dirûşim hatin qîrikrin, bi sedan belavokên ku tecrîdê tîne ziman hatin belavkirin. Piştî ku meşa bi qasî saetekê dom kir û şûnde li Qada Repûblîqe mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên meşê de hate kirin tecrîda li ser Ocalan hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: “Komplo di kesayeta Rêbertiya me de tevgera azadiya Kurd tesfiye bike û gelê Kurd ê li ber xwe dide bi helîne ye. Em jinên Kurd careke din diyar dikin ku sedemê hebûna me Ocalan e, heta Rêbertiya me azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Di çalakiyê de tim dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrkirin.
MARSÎLYA
Li Marsîlyayê bi armaca protestokirina komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 roj in di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û TEV-ÇAND a Marsîlya li Qada Vîeûx-Port li standa agahdarkirinê ku dom dikir xwepêşandaneke girseyî pêk hat. Bi sedan Kurdistaniyên ku duh li Qada Vîeûx-Porê kom bûn, li gel hildana poserên Ocalan û alên PKK’ê komploya9’ê Cotmehê şermezar kirin. Di xwepêşandanan de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin. Di axaftinên bi zimanê Fransî û Kurdî hatin kirin de ev tişt hatin gotin: “Îro eger li Rojavayê Kurdistanê jiyan ji nû ve tê afirandin bi wesîleya siyasta modela Rêber Apo ye. Dîsa Konfederalîzma Demokratîk e. Çawa di roja îro de ev sîstem ruh da Kantonên Rojava bi heman rêbazê wê li Reqa û cihê din ên Sûriyeyê jî pêk bîne. Wê bibe nefesa jiyana gelan.”