Bi hezaran kes ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin
Bi hezaran kes ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin
Bi hezaran kes ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin
Banga HDP, DBP û KCD'ê ya ji bo cejna qurbanê vegerînin "Cejna Berxwedanê" li gelek bajaran bandora xwe nîşan da. Li gelek navendan bi hezaran welatî bi wesayîtan ber bi sînorê Kobanê ve bi rê ketin. Li Edene û Mêrsînê bi sedan kes di ketina Pirsûsê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gelê jî li hemberî astengiyê ji wesayîtan hatin xwarê û di nava zeviyan de ber bi Pirsûsê ve dest bi meşê kirin.
Ji Bakurê Kurdistanê gelek welatî ji bo Cejna Qurbanê bikin 'Cejna Berxwedanê' ber bi sînorê Kobanê ve birê ketin. Welatiyên ji Amedê derketin rê, li derketina Amedê hatin rawestandin. Polîs li ser biryara Walîtiya Rihayê destûr nadin tu kes biçe Pirsûsê.
Ji Bakurê Kurdistanê gelek welatî li ser biryara Navenda DBP'ê, ji bo Cejna Qurbanê bikin 'Cejna Berxwedanê' ber bi navçeya Pirsûse ya Rihayê ve bi rê ketin. Welatiyên li Amedê ji bo biçin ser sînorê Kobanê vê sibê bi rê ketibûn, lê di derketina bajarê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan diyar kir ku Walîtiya Rihayê hemû çalakiyên li ser sînor qedexe kiriye û ew destûr nadin tu kes biçe Rihayê. Hevdîtinên ji bo destûr girtinê hê didomin.
Endamên Şaxa Egîtîm Senê jî ji bo cejnê li ser sînor pêşwazî bikin vê sibê ji Parka Koşuyolu ber bi heremê ve birê ketin. Endamên Egîtîm Senê beriya derkevin rê, diyar kirin ku wê tevlî çalakiya nobetê bibin û dirûşmayên "Qatîl DAIŞ, tevkar AKP" berz kirin. Endamên Egîtîm Senê jî li derketina bajar hatin rawestandin.
Li Meletiyê çalakiya konê piştgiriyê ya ji bo berxwedana Kobanê hatibû vekirin di 4'emîn roja xwe de didome. Şevê din bi dehan kesên di kon de nobet digirtin, boneya tevlî berxwedana ser sînor bibin, ber bi Pirsûsê ve birê ketin.
EDENE/MÊRSÎN
Ji Çukurovayê bi hezaran welatî bi otobus û wesayîtên sivîl ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin. Li navçeyên Seyhan, Yuregîr, Çukurova û Sariçamê yên Edeneyê û navçeyên Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Tarsus, Mezîtlî û Erdemlî yên Mêrsînê gelek kes bi rê ketin û diyar kirin ku berxwedana Kobanê wê bi serkeftinê bi encam bibe. Hate hînbûn ku otobusek a ji Tarsusê bi rê ket li gîşeyan hate rawestandin û rastî pêkanînên kêfî hat, û piştî welatî di kontrola GBT'ê re derbas bûn bi rê ket.
ASTENGÎ Û MEŞ
Welatiyên hatin Pirsûsê bi awayekî kêfî tên astengkirin. Otobûsên welatiyên ji Mêrsîn û Edene hatin di dûryana Bêrecûkê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê destûr nadin welatî bikevin navçeyê û piştî nîqaşa di navbera welatî polîsan de welatî ji wesayîtan hatin xwarê û di nava zeviyan de ber bi sînor ve dest bi meşê kirin. Nêzî 200-300 welatî hewil didin 15 km rê bimeşînin û biçin sînor.
Li aliyê din konvoya ji Sêrtê hatî Pirsûsê jî di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Polîsan heman hincet nîşanî welatiyan da û welatiyan bertek nîşanî vê yekê da û xwestin biryarê bibînin. Welatiyan dît ku biryar tenê ji bo lêgerîna wesayîtan e û diyar kirin ku ev yek astengiya welatî bikevin navçeyê nîn in û barîkat derbas kirin û ber bi sînor ve çûn.
WAN
Li Wanê ji bi sedan welatî ber bi sînorê Pirsûsê ve derketin rê. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev bi sloganên "Biji Berxwedana YPG" û "Biji Berwedana Kobanê" bi 3 otobusan, 5 transîty û dehan wesayîtên taybet ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.
BEDLÎS
Li Bedlîsê jî welatiyan berê xwe da sînorê Pirsûsê. Bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev bi slogana "Biji Berxwedana YPG" berz kirin û bi rê ketin. Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê Mîkalî Altun axaftinek kin kir û diyar kir ku ew dê bi rihê seferberiyê biçin sînor. Piştî axaftinê welatî bi 5 wesayîtên transît ber bi Pirsûsê ve bi rê ketin.