Bi hezaran endamên sendîkaya Hak-Îş a aligir îstifa kirin
Piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê bi hezaran endamên Hak-Îş’ê ku di dema desthilatdariya AKP’ê de weke sendîkaya aligir û li beramberî têkoşîna maf de bûbû bend, îstifa kirin.
Piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê bi hezaran endamên Hak-Îş’ê ku di dema desthilatdariya AKP’ê de weke sendîkaya aligir û li beramberî têkoşîna maf de bûbû bend, îstifa kirin.
Piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ku gelek şaredarî kete destê muxalefetê veqetîna ji sendîkaya alîgir Hak-Îş’ê destpê kir.
Serokê Giştî yê Hak-Îş’ê Hammût Arslan ku li Enqerê li navenda giştî civîna çapemeniyê lidarxist, ragihand ku ji hilbijartinê ve 5 hezar û 647 karker ji endamtiyê îstifa kirine.
Arslan lixwe mikur hat ku pitşî şaredariyên AKP’ê ketin destê CHP’ê rû bi rû tabloyekî cûda mane û fikara xwe ya ji bo zebûna îstifayan de anî ziman.
Arslan wiha got; “Ev tablo me rehetsiz dike û pêvajoya li pêşiya me kur e, em fikarin ku wê rê li ber pirsgirêkên ku em nekarin ji nav derkevin de veke.