Bi dehezaran kes di Mîhrîcana Munzurê de hatin cem hev

Bi dehezaran kes di Mîhrîcana Munzurê de hatin cem hev

13’emîn mîhrîcana Dêrsîmê ya ji aliyê şaredariyê ve bi dirûşmeya ‘Ji qirkirina ekolojîk û çandî re na, berxwe bide Dêrsîm’ bi bernameyên vekirînê û panelan dest pê kir û piştre li Stadyuma Bajar bi konserekê berdewam kir. Bi dehezaran kes tevli konserê bûn û hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak di konserê de axivî û got: “Doza Elewî û Kurdan yek e. Têkoşîna demokrasî û azadiyê didin. Siyaseta dewletê temsîl dike divê nekeve Dêrsîmê. Zîhniyeta yekane, divê ji erdnîgariyê bê derxistin.

Konser bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bê navber dirûşmeyên ‘şehîd namirin, Bijî serok Apo’ hatin berzkirin.  Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê Hîkmet Erdogan di konserê de axivî û got bi salane li ser vê erdnîgariyê êrîş hene û li dijî têkoşîn dayîn gelek girînge.

Piştî Erdogan Koroya Zarokan bi navê Omedya Mestu derket ser dîkê û bi zazakî û kurdî stran striyan.

 Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn axivî û got 13 sal berê ev mîhrîcan bi armanca ku kesên gundê xwe vala kiribûn, vegerin ser warê xwe dest pê kir û got niha qad tije dibin û ev gihiştiye armanca xwe.

DIVÊ ZÎHNIYETA YEKANE BÊ DERXISTIN

Piştî stranên Abdal-Haluk Tolga İlhan, hevsroka  BDP’ê Gultan Kişanak axivî û  got Dêrsîmê di dîroka xwe de tu carî serî netewandiye û got: “Dêrsîmê tavîz neda, agirê azadiyê venemirand.

Kişanak der barê pêvajoya muzakerê de axivî û got: “Keda her kesî heye. Herî zêde jî ya Dêrsîmê. Keda çiyan heye. Em bibin yek û xwedî li stranên xwe derkevin. Emê xwedî li nasname û baweriya xwe derkevin. Gelê Dêrsîmê ji dil bawer bike dê bi ser bikeve.Dema Ocalan pêvajo da destpêkirin got ji Gel bipirsin. Em baweriya dê vala dernexînin. Cihê kujeran li vir nîne.

AKP DU RU YE

Kişanak da zanîn ku li dijî polîtîkayên du ru yên AKP’ê divê têkoşîn bê dayîn û got: “Serokwezîr dibêje ez ji Elewiyan hez dikim. Ez jî Elewime. Lê ne wisa ye. Em li îcratê dinêrin.”

Piştre Erdal Erzîncan derket ser dîkê û stranên xwe vegot.  Erzîncan got xwedî deketina li Dêrsîmê xwedîderketina li zimane.

Serokê giştî yê EMEP’ê Selma Gurkan jî axaftinek kir û banga têkoşînê kir. Her wiha hunermend Îlkay Akkaya û Koma Vardiya derket ser dîkê.