Bi dehezaran Bagdu bi rê kirin
Bi dehezaran Bagdu bi rê kirin
Bi dehezaran Bagdu bi rê kirin
Cenazeyê Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku dema li navçeya Seyhanê ya Edene rojname belav dikir rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Goristana Kuçukoba hate definkirin.
Cenazeyê Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku dema li Semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edene rojname belav dikir rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li Goristana Kuçukoba bi dirûşmaya, "Şehîd namirin" hate definkirin. Piştî karên definkirinê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê danîn ser gora wî. Piştî rêzgirtinê Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Çetîn Altun sersaxî li hemû çapemeniyê da.
Altun, diyar kir ku qatîl kî ne hemû kes dizane rayedarên dewletê fermana komkujiyê û êrîşê dan. Altun, anî ziman ku berî êrîşa Bagdu Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu kiryar û faşîst bi cesaret kirin. Altun, da zanîn ku ew ê hesaba hemû êrîşên li hemberî çapemeniya azad pêk tên bipirsin û teqez dest ji rastiyan bernadin û wê her tim rastiyan ji gel re ragihînin.
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî jî diyar kir ku faşîst û dewlet êrîşî xebatkarên çapemeniya azad dikin û dewlet kiryaran dizane. Zozanî, anî ziman ku dewlet di heman demê de kesên êrîşî li saziyên dewletê dikin peyda dike lê tevî du roj bi ser bûyerê de derbas bûn jî hê kiryar nehatine dîtin û wiha got: "Eger kiryar neyên dîtin kiryar dewlet û hikûmet e."
Zozanî, ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad pênaseya "Generalên Apê Musa" bi kar anî û da zanîn ku Çapemeniya Azad teqez dest ji rastiya bernade û wiha axivî: "Rojnameyên Rêheval Kadrî belav dikirin li erdê namînin û pênûsa Apê Musa jî teqez li erdê namîne."
Piştî axaftinan girseyê konê ji bo şînê hat vekirin ê li Taxa Şakîrpaşa ziyaret kirin.