Bi dehan kes li pêşiya Midûriyeta Goristanan ku cenazeyê Poyraz lê ye, di nobedê de ne

Ji bo xwedîderketina li cenazeyê Denîz Poyraz a ku doh di êrişa li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hate qetilkirin, bi dehan kesî li pêşiya Midûriyeta Goristanan dest bi nobedê kir.

Cenazeyê Denîz Poyraz ku di êrişa çekdarî de ya li ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, piştî otopsiyê birin Midûriyeta Goristanan a li taxa Tepecîkê. Li dijî revandina cenaze, bi dehan kesî li pêşiya Midûriyeta Goristanan dest bi çalakiya nobedê kirin.

Endamên HDP'ê bi bîr xist ku salên dawî gelek cenaze hatin revandin û diyar kirin ku ji bo xwedîderketina li cenazeyê Poyraz wan dest bi nobedê kirine. Cenazeyê Poyraz wê piştî merasîma li Mizgefta Kadîfekaleyê bê veşartin.