Bi deh hezaran Newrozê li Mêrsîn, Îzmîr û Edeneyê pîroz dikin
Bi deh hezaran Newrozê li Mêrsîn, Îzmîr û Edeneyê pîroz dikin
Bi deh hezaran Newrozê li Mêrsîn, Îzmîr û Edeneyê pîroz dikin
Mitînga Newrozê ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê ve hate organîzekirin dest pê kir û bi deh hezaran kesan ji bo azadiya Ocalan sloganan bilind dikin. Li Îzmîr û Edeneyê bi de hezaran kes ji bo azadiya Ocalan diqêrin.
MÊRSÎN
Mitînga Newrozê ya Mêrsînê ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê ve hate organîzekirin li Qada Tirmil a li taxa Ozgurlukê ya navçeya Akdenîzê ya bi navê "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû" dest pê kir. Qada mitîngê ji aliyê polîsan ve bi wesayîtên zixrî û TOMA'yan tedbîr hatin girtin. Ji navçeyan girse serê sibê hate qada Newrozê. Girse ji 2 nokteyan lêgerînê yên polîsan re derbasbû û ket qadê.
Girseyê serê sibê ber bi qadê de ve dest bi meşê kir û jin bi kincên gelerî çûn qadê. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Li qadê gelek kesên ji aliyê BDP'ê ve hatin peywirdarkirin tedbîr girtin. Berî mitîngê li qadê welatiyan bi dawoz û zornayê govend girt. Di dema axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên berê li ser dikê hate guhdarkirin girseyê slogana "Bijî Serok Apo" qîr kirin.
Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Agirê Newrozê ji aliyê Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, Xwîşka ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan Arîfe Yildirim Dogan, dayîkên aştiyê û gelek kesên din ve hate hilkirin. Mitîn bi çoş berdewam dike.
ÎZMÎR
Mitînga Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê jî li Qada Şîrînyer a Akincilarê ya Burcayê bi heman sloganê dest pê kir. Welatiyên ji navçeyên Karabaglar, Konak û Bayrakliyê hatin ketin qadê. Welatî piştî lêgerînê ketin qada Newrozê. Li qada Newrozê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan tên qîr kirin. Bi deh hezaran kes li qadê govendê digirin.
EDENE
Li Edeneyê ji mitînga Newrozê li Duryana Karasu ya taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bû tevlîbûna deh hezaran kesan dest pê kirin. Di qada Newrozê de posterên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, BDP û Konfederalîzma demokratîk hatin vekirin û gelek pankart hatin vekirin û sloganên ji bo azadiya Ocalan tên berzkirin. Pîrozbahî bi coş berdewam dikin û nûnerên partiyên siyasî, sendîka û odeyan jî tevlî pîrozbahiyê dibin. Parelementerê BDP'ê Murat Bozlak dê tevlî bibin û Ferhat Tunç dê konserê bidin.