Bi deh hezaran Cizîrî têlên sînor radikin û kulûbeyên leşkeriyê hildiweşînin
Bi deh hezaran Cizîrî têlên sînor radikin û kulûbeyên leşkeriyê hildiweşînin
Bi deh hezaran Cizîrî têlên sînor radikin û kulûbeyên leşkeriyê hildiweşînin
Bajarê Bakurê Kurdistanê ji bo Kobanê li ser piyane. Li Cizîrê bi deh hezaran kes têlên li ser sînor radikin û kulûbeyên leşkerî hildiweşînin.
Cizîriyên li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê hatin cem hev, ber bi sînor ve meşiyan.
Girseya gel a bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Em ji şer re amade ne" meşiya, xwe gihand qada Saklan a li ser sînorê Rojava.
Li pêşiya bi deh hezaran kesî, leşkeran bi maşînên zirxî bend danînin. Lê belê li ser biryardariya girseya gel, maşînên zirxî qad terikandin.
Piştî ku girseya gel têlên li ser sînor rakir û kulûbeyên leşkerî dan ber agir, polîs û leşkeran guleyên rastî berdan gel. Pevçûn dewam dike.