BI DÎMEN

Bhaiya: Abdullah Ocalan dikare lîderiyê ji cîhaneke cuda re bike

Aktîvîsta femînîst a Hindistanî Abha Bhaiya Abdullah Ocalan weke lîderekî femînîst pênase kir û got, "Abdullah Ocalan dikare lîderiyê ji cîhaneke cuda re bike."

Yek ji kesên ku li ber tecrîda giran a li Îmraliyê radibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, aktîvîsta femînîst a naskirî yıa Hindistanî Abha Bhaiya ye.

Ji damezrînerên Jagorî Grameen û rêveberên înîsiyatîfa femînîst a global a 'One Bîllîon Rîsîng' (Milyarek mirov radibin ser piyan) Abha Bhaiya têkildarî girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji nûçegihanê ajansa me Serkan Demîrel re axivî.

'LI DIJÎ SÎSTEMA KAPÎTALÎST ALTERNATÎFEKE GIRÎNG'

Lîdera femînîst Abha Bhaiya têkildarî jiholêrakirina bandora giran a sîstema kapîtalîst a li ser civakan bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan û got, "Bi dîtina min fikrên Abdullah Ocalan ji bo demokrasî û wekheviyê ji cîhana heyî wêdetir rê û rêbazên afirandina cîhaneke cuda û paradîgmayeke nû ya vê yekê pêşkêş dike. Abdullah Ocalan yekî femînîst ê bêhempa ye.  Bi dîtina min gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan qala wê yekê dike ku jin weke femînîst û aktîvîst bi roleke navendî radibin."

'MODELEKE CUDA PÊŞKÊŞ DIKE'

Abha Bhaiya destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêweyekî rêveberiyê ya cuda pêşkêş dike û got, "Gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan ji modelên heyî yên rêveberiyê gelekî cudatir modeleke rêveberiyê pêşkêş dike. Îro cîhan hemû di nava tevlîheviyekê de ye. Li vê cîhanê herêmên mîlîtarîze hene ku nakokî û cotstandartiyê diafirînin. Îro 22 herêm di nava şer de ne. Şaristaniya kapîtalîst li dijî aştiyê ye. Bi dûrketina ji pênaseyên şaristaniya kapîtalîst; divê em cîhaneke welê biafirînin ku qala mafê jiyanê yê adîl û bi rûmet ê mirovan dike û li her dera cîhanê mirovên têkoşer piştevaniya hev dikin."

'JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIVÊ EM LI HEMAN PLATFORMÊ LI HEV KOM BIBIN'

Abha Bhaiya destnîşan kir ku gelek tişt hene ku tevgerên femînîst ên global dikarin ji tevgera jinên Kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bibin û got, "Ji ber vê yekê bi biryar im ku bi tevgerên femînîst re li ser vê mijarê diyalogê bikim, ji ber ku pêwendiya me bi 150-160 welatî re heye. Tevî vê yekê çi sendîka be çi jî komên mafên mirovan, hawirdorparêz be, divê em mirovên têkoşer li ser wê yekê bifikirin bê dikarin bi hev re çi bikin. Em hemû ji bo azadiya Ocalan dikarin li ser heman platformê bicivin, bi heman dengî li hev kom bibin. Bi vî rengî em dikarin bikin ku tevgera femînîst a li Kurdistanê rê nîşanî me bide."

'ABDULLAH OCALAN DIKARE PÊŞENGIYÊ JI PERGALA CÎHANEKE CUDA RE BIKE'

Lîdera femînîst Abha Bhaiya işart bi girîngiya analîzên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Bi dîtina min Ocalan mirovekî bêhempa ye ku ji bo bicihanîna modela em jê re rêveberiya federal dibêjin gelekî hêviyê dide. Gotina herî girîng a Ocalan ku bi rastî jî bandoreke mezin li min kir, ew e ku dibêje; tevgerên femînîst parçeyek ji têkoşîna ji bo tevgerên hîn mezin e. Yanî Ocalan dibîne ku sîstem û şaristaniya heyî li ser kolekirina jinê ava bûye. Heta ku ev koletî ji bo her mirovî ji holê neyê rakirin wê ev şaristanî (şaristaniya kapîtalîst) dewam bike."

Abha Bhaiya bi dewamî got, "Ocalan dikare lîdertiyê ji sîstemeke cuda ya cîhanê re bike, jê re lîdertiyê dike. Min beriya niha ji kesekî din ev felsefe nebihîst. Ocalan divê azad be. Divê dengê wî ji nû ve bilind bibe û dibêje 'Em aydî vê cîhanê ne û ev cîhan jî ya me ye'."