Wezareta Dadê: Bêyî rîngê Guven nikare tevlî merasîma cenaze bibe

Ji ber wefata diya wê parêzerên Leyla Guven xwestin ku bila Guven tevlî merasîma cenaze bibe. Wezareta Dadgehê ji parêzeran re got ku, “Ji derveyî rîngê nabe ku ew beşdar bibe.’

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 59 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî ku dayîka Guven, Cevriye Guven duh wefat kir, parêzerên wê ji bo ku Guven karibe tevlî merasîma cenazeyê diya xwe bibe serî li Dadgeha Edaletê dan. Wezaretê diyar kir ku ji derveyî rîngê nabe ku Guven tevlî merasîma cenazeyê diya xwe bibe. Daxwaza parêzeran a ku bila Guven bi balefirê biçe jî hate redkirin.

‘REWŞA WÊ YA TENDIRUSTIYÊ GELEKÎ KRÎTÎK E’

Parêzerê Guven, Şivan Cemîl Ozen ji ANF’ê re axivî û got ku, “Me xwest bila ew bi balefirê tevlî merasîma diya xwe bibe lê divê parêzer û bijîşkek jî pê re be. Ji ber ku tendirustiya wê di rewşeke krîtîk de ye. Lê rayedaran diyar kirin ku divê ew bi rîngê ji Amedê biçe Cîhanbeyliya Konyayê. Em dixwazin diyar bikin ku muwekîla me Guven rewşa wê ewqasî krîtîk e ku ne bi balefirê û ne jî bi rîngê nikare rêwitiyê bike. Çar roj in Wezareta Dadê li pêşiya girtîgehê ambûlans peywirdar kiriye. Di rojên dawîn de Leyla Guven nikare derkeve hevdîtina parêzeran jî. Tansiyona wê gelekî ketiye. Tendirustiya wê ewqasî krîtîk e ku nikare tu rêwîtiyê bike.”