Mexdûrên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin, bi salan e dixwazin ku aqûbeta xizmên wan were eşkerekirin. Her wiha ew windarikirinên di bin çavan de hem ji aliyê hêzên dewleta Tirk ên fermî hem jî yên nefermî ve bi taybetî li Kurdistanê hatinê kirin ku serdema van kiryarên qirêj ên dewleta Tirk weke yek ji tarîtirîn serdema dewleta Tirk tê zanîn.
Me bi boneya 1000’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê kurteya têkoşîna 3 dayikên ku bêyî zarokên xwe peyda bikin, wefat kirine, nivîsand.
JI ALIYÊ CERDEVAN Û HÊZÊN DEWLETÊ VE HATE BINÇAVKIRIN
Huseyîn Taşkaya li Rihayê mutehîd bû. Huseyîn Taşkaya ji Eşîra Bûcakan re dilsar bû û bû hedefa wan ku Eşîra Bûcakan di salên 1990'î de li Rihayê bi dewletê re hevkarî dikir û zext li gelê herêmê dikir. Taşkaya ji ber zextan neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike. Taşkaya piştre ji bo temamkirina karên xwe vedigere Rihayê û di 6'ê Kanûna 1993'yan de ji aliyê cerdevanên hêzên dewletê yên Eşîra Bûcakê ve ji dijî mala Taşkayayî operasyona serdegirtinê pêk tînin û wî bin çav dikin. Kesên ji malbata wî jî bûn şahid ku Taşkaya hate binçavkirin. Tevî têkoşîna bi salan jî ji wê rojê û şûnde bi tu awayî ji Taşkaya agahî nehat wergirtin.
BIRYARA NEŞOPANDINÊ HATE DAYÎN
Serdozgeriya Komarê ya Sîweregê ji bo lêpirsîna bûyerê, tespîtkirina sûc û sûcdaran û cezakirina sûcdaran bi tu awayî hewl neda. Tevî ku kesên ji malbata Taşkaya jî şahid bûn ku Taşkaya ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye binçavkirin jî dozgeriyê ji şahidiya kesan re egera ‘’îdîaya neberbiçav’’ nîşan da û îdîa kir ku tu delîl tune ne û biryara neşopandina da.
BERIYA MIRINÊ TEKANE XWESTEKA DAYIKÊ DÎTINA KURÊ WÊ BÛ
Dayika Fatîme ku ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan li gel Dayikên Şemiyê li ber xwe da da û hemû hefteyan dihat Qada Galatasarayê, di 17'ê Cotmeha 2015'an de bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dayika Fatîmeyê di hemû çalakiyan de digot: ‘’ Heya ku ez hestiyên kurê xwe nebînim, ez naxwazim bimirim.’’ Di Tîrmeha sala 2021’an de li gundê Erebûk ê navçeya Curnê Reş a Rihayê gelek hestî hatin peydakirin û vê yekê jî kir ku xizmên kêsên hatibûn windakirin, dubare dest bi lêgerina xizmên xwe bikin. Malbata Taşkaya jî li gel ÎHD'yê û xizmên windayên din di 25'ê Tîrmeha 2022'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş dan. Xwestin ku bi rêya DNY’yê were eşekerekirin bê ka hestiyên hatibûn peydakirin, ên kê ne. Têkoşîna Dayika Fatîme û Huseyîn Taşkaya ya biêş niha ji aliyê neviyên wan ve tê berdewamkirin.
DAYIKA ASIYEYÊ DEV JI LÊGERÎNA EDALETÊ BERNEDA
Huseyîn Aydemîrê 34 salî ji gundê Tutê yê navçeya Licê bû. Aydemîr di navbera zextên dewletên yên şewitandina gundan û cerdevaniyê de jiyana xwe berdewam dikir. Li dijî mala Aydemîr gelek caran operasyonên serdegirtinê pêk dihatin û Aydemîr piştre neçar dimîne ku pêşiyê koçî Edeneyê û piştre jî koçî Stenbolê bike. Aydemîr di 19'ê Cotmeha 1995'an dema ku ji mala hevalê xwe Fehmî Tosûn derdikeve ji aliyê hêzên dewletê ve tê binçavkirin ku hevalê wî Fehmî Tosun jî di çavan de hatiye windakirin. Ji wê wê rojê û şûnde bi tu awayî ji Aydemîrî tu agahî nehat standin.
Bi hewldanên dayika Huseyîn Aydemîr Asîye Aydemîr û malbatê pê hesiyan ku Aydemîr ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Dayika Asîye ji bo aqûbeta kurê xwe Huseyîn û hevalê wî yê nêz Fehmî Tosûn û kesên din ên di bin çavan de hatin windakirin, bi salan hate Qada Galatasarayê êşkence dît, hate binçavkirin lê belê tu carî dev ji lêgerîna edaletê berneda. Tekane miraza Dayika Asîyeyê dîtina hestiyên kurê wê bû ku Dayika Asîye di 15'ê Xizîrana 2023'yan de bêyî ku hestiyên kurê xwe peyda bike, wefat kir.
JI BO HEMÛ WINDAYAN LI BER XWE DA
Hayrettîn Eren jî weke Cemîl Kirbayir û bi dehan kesên din bû ku piştî derbeya 12'ê Îlonê di bin çavan de hatibûn, windakirin. Hayrettîn Eren di nava Dev-Genç’ê de cih digirt û piştî derbeya 12’ê Îlonê di 21'ê Mijdara 1980'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hate binçavkirin û careke din tu agahî ji Eren nehat standin. Dayika Hayrettîn Eren Elmas Eren piştî ku kurê wê di bin çavan de hate windakirin ne tenê ji bo kurê xwe têkoşiya her wiha xwe gihand xizm û malbatên kesên hatine binçavkirin û êşkence dîtîne û di damezrandina Komeleya Hevgirtina Malbatên Girtî û Hikûmxwaran de cih girt. Her wiha Elmas Eren di damezrandina Komeleya Mafên Mirovan de jî cih girt û di têkoşîna kesên ku di bin çavan de hatine windakirin de xwedî ked û roleke mezin bû.
XEYALA XEMILANDINA GOREKÊ
Elmas Eren bi encama hewldanên xwe pê derxist ku kurê wê di bin çavan de êşkence dîtiye û wê bi xwe hemû pêvajoya hiqûqî şopand. Elmas Eren di hevdîtina sala 2011’an de ya li gel serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan gotibû: ‘’Ez li goreke ku bi kulîlkan bixemilînim, digerim.’’ Elmas Eren a ku 33 salan aqûbeta kurê xwe pirsî, di 19’ê Tebaxa 2019’an de jiyana xwe ji dest da. Niha jî nevî û zarokên Elmas Erenê yên din têkoşîna wê didomînin.